09:08 18 Hezîran 2018
Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

Polîsan li Amed û Wanê 8 hunermed desteser kirin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 04

Li Amed û Wanê polîstan bi ser malên çend hunermendan de girt û bêyî ku sedem bê zanîn heşt hunermendên şano û muzîkê desteser kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyaye, polîsan li Amedê bi ser mala Hunermend Şêrko Kanîwarê ku xebatên xwe yên hunerî dike de girtiye û ew desteser kir. Bêyî ku sedema desteserkirina were zanîn, polîsan ew biriye beşa têkoşîna li dijî terorê ya ewlekariya Amedê.

Herwiha li Wanê jî polîsan li taxên cuda girtiye bi ser mala 7 hunermendan de û ew desteser kirine.

Navê hunermendên li Wanê hatine desteserkirin wiha ne: Kemal Yildirim,Emine Aksoy, Saliha Ayata, Elif Gemiciogglu, Ilyada Kutlar, Asmin Açar, Ferhat Aslan.

Hat raihandin ku sedema desteserkirina van hunermendan jî nehatiye zanîn û ew jî birine Birêveberiya Ewlekariya ya Wanê.

Tê gotin ku ihtimal heye, hejmara kesên desteserkirî zêdetir bibe.

Bi heman mijarî:

Li Amedê gellek kes ji karên xwe hatin dûrxistin
Li Amedê qedexeya operasyona PKKê hat ragihandin
Li ser rêya Elezîz û Amedê otobêsa rêwiyan qulibî: Gelek kes birîndar bûn
Bajarê Amedê dê xelata 'Oscara Tûrîzmê' werbigire
Temelli: Li Amedê dibin kurd, li Enqereyê jî dibin gur
Temelli: Hisabê wan dê ji Kerkûk, Efrîn û Amedê vegere
Etîketan:
Ferhat Aslan, Asmin Açar, Ilyada Kutlar, Saliha Ayata, Emine Aksoy, Kemal Yildirim, Wan, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de