09:51 19 Hezîran 2018
Referandûm-hilbijartin-dengdan-deng

Danezana HAK-PARê ji bo hilbijartinê: Federasyonê û fermîkirina zimanê kurdî

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (166)
0 11

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ku li 5 bajarên kurdan bi namzedên serbixwe beşdarî hibijartinan dibe, danezana xwe ya hilbijartinan eşkere kir. HAK-PARê daxwaza federasyon û fermîkirina zimanê kurdî kir.

HAK-PAR dê di hilbijartinên 24ê Hezîranê de li Amedê serokê partiyê Refik Karakoç, li Dêrsimê Huseyîn Ozdemir, li Mêrdînê Suleyman Kart, li Agiriyê Fehmî Atmaca û li Wanê jî Abdulmenaf Kiran weke namzedên serbixwe nîşan bide û di vê çarçovê de danezana HAK-PARê ya hilbijartinan jî hat ragihandin.

Li gorî nûçeya Bas Nesê, serenavên ku di wê danezanê de derketine pêş wiha ne;

KOMARA FEDERAL

"Divê Tirkiye de serî de pirsa Kurd ji bo çareserkirina kêşeyan berê xwe bide pergala federal û li gor rastiya civakê pêşiyê li herêmên Kurdî li her cihên din yên ciyewazî lê hene divê sîstemeke federal werin avakirin. Di vê çarçovê de HAK-PAR tekane partî ye ku çareseriya bi sîstema fedral pêşniyaz dike.

PIRSA KURDÎ

Sedema pirsa Kurd pêkanîn dewletê yên ku Kurdan înkar dike û polîtîkaya wê ya zext û fişarê ye. Ji bo ku dawî li vê hişmendiya tekparêz were divê dersa pêwîst bo van partiyên sîstemê bê dayîn. Divê Kurdî weke Tirkî bibe zimanê fermî û ji dibistana seretayî heta zaningehê cihê xwe di perwerdeyê de bigire. Em vî mafî ji bo Ereb, Laz û Çerkez û pêkhateyên din yên li ser vê axê dijîn re jî dixwazin.

PIRSA ELEWIYAN DI ÇARÇOVEYA BAWERIYÊ DE

Em weke HAK-PAR di wê baweriyê de ne ku divê dewlet dev ji polîtîkaya xwe ya şîrovekirina Elewîtiyê berde. Divê hemû mafên rewa yên Elewiyan bên dayîn û daxwazên wan werin bicihkirin. Herkes xwedî wî mafî ye ku ol û baweriya xwe hîn bibe û li gor wê bijî. Divê dewlet cudahiyê nexe navbera welatiyên xwe.

Tirkiyê di têkiliyên xwe yên bi Îran, Iraq, Sûriye, Amerîka, Ewropa, Rûsya û hema bêje heta hemû cîhanê de dijberiya Kurd daniye navendê. Divê dev ji vê polîtîkayê were berdan. Divê Tirkiye him pirsa Kurd a navxwe bi rêbazên nûjn û adîlane çareser bike û him jî bi Kurdên din ên li welatên din re têkiliyên baş ava bike. Divê Tirkiye bi fobiya parçebûnê tevnegere. Divê di serî de ligel Herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûriyê di nav têkiliyên aştiyane ava bike û rêz li mafên wan bigire.

ENEDAMÎTIYA EROPAYÊ

Em weke HAK-PAR piştgiriyê didin wê yekê ku Tirkiye bibe endama Yekitiya Ewropa û divê ev demildest pêk were. Ji ber wê yekê divê Tirkiye di demek zû de şert, merc û çaksaziyên pêwîst bicih bîne."

"DESTÛREKE DEMOKRATÎK ŞERT E"

Destûra Tirkiyê tevî derbasbûna ewqas dem jî hê jî xwedî rûhê derbeya leşkerî ye. Em weke HAK-PAR di wê baweriyê de ne ku li gor rastiya civaka Tirkiyê destûreke sivîl û demokratîk were pêkanîn. Divê ew destûr li gor pergala federal û standardên YEyê be. Divê krîterên Kopenhagê bicih bîne.

Divê li gor Mercê Komîsyona Venedîkê ew partî û komeleyên ku li dijî tundiyê ne destûr bê dayîn ku werin ava kirin, divê benda hilbijartinê bi temamî were rakirin û her partî li gor dengên bidestxistî li parlamentoyê xwedî temsiyetê be. Divê Qanûna Têkoşîna li dijî terorê were rakirin.

PIRSA JINAN

Divê hemû astengiyên li pêş beşdarbûna jinan bo jiyana siyasî û civakî werin rakirin. Em ê li dijî wê sîstema zayendparêz û hemû zext û fişaran têbikoşin û ji bo ku jin beşdarî jiyana civakî, siyasî, aborî dê hemû tedbîr bên girtin.

MAFÊN KARKER Û KEDKARAN

Em ê li gor rêkeftinên navdewletî hemû astengên li pêşiya xwebirêxistinkirina karker û kedkaran rakin. HAK-PAR dê ji bo ku şert û mercên xebatê yên karkeran di standardên nûjen de bin kar bike.

REWŞA KÊMENDAMAN

HAK-PAR dê ji bo parastina mafên kêmendaman mekanîzmayeke konrolê bêxe dewrê û ji bo avakirin standardên cîhanê ji bo welatiyên kêmendam her kar bike.

HAWIRDOR Û XWEZA

HAK-PAR girîngiyê dide pêşdebirina hişmendiya parastina hawirdorê û wê her piştgiriyê bide proje û xebatên ji bo parastina hawirdor û xwezayê.

BAJARAN Û JIYAN

HAK-PAR dê bajar û herêmên nûjen bêyî ku ziyan bigihîne xwezayê û hevsengiya xwezayê xerab bike, dê ava bike.

ABORÎ

Em di wê baweriyê de ne ku pşketina aborî girêdayî aşitî, aramî û ewlekariya civakê ye. Çareserkirina kêşeyên derve û navxwe ne bi rêbazên şer û herwiha bikarneanîna çavkaniyan ji bo biçekbûn, şer û operasyonan dê derfetan ji pêşdeçûna aborî û civakî veke. HAK-PAR dê çavkaniyên welat ne ji bo tank, top û çekan dê ji bo pêşdebirina civakê bikar bîne.

BETALÎ Û XIZANÎ

HAK-PAR dê ji bo jinavbirina vê bêhevsengiya aborî ku dibe sedema bêkarî û xizaniyê dê projeyên taybet birêve bibe. Taybet jî li Kurdistanê ji bo ku ew xlekê ji ber polîtîkayên qirêj ên şer û ji ber şer û pevçûnan ji cih û warên xwe bûyî vegerin ser zevî û erdê xwe dê polîtîkayên civakî û aborî bicih bûne.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (166)

Bi heman mijarî:

‘Demirtaş behsa nêrîn û projeyên xwe kir, ez qanî bûm'
Namzedê HDPê Demirtaş sozên xwe yên hilbijartinê eşkere kirin
Demirtaş: Îro êdî em ê min bikin serok
Demirtaş: AKP piştgiriya xwe wenda dike û mirov ji AKPê aciz bûne
Muharrem Înce: Ez ê biçim serdana Selahattin Demirtaş
'Demirtaş ji girtîgehê derxe û bi mêranî em bikevin pêşbaziyê'
Parlamenterên CHPê xwestin Demirtaş were tehliyekirin
Demirtaş aşkere kir bê bawerî bi kê û kê aniye û bûye namzed
Ji Demirtaş spasî û daxuyaniyên hilbijartinê: Tenê 50 roj ma!
‘Divê gelê Amedê xwedî li Demirtaş derkeve'
HDP: Namzedê me yê Serokomariyê Demirtaş e
Etîketan:
HAK-PAR, Abdulmenaf Kiran, Fehmî Atmaca, Suleyman Kart, Refik Karakoç, Huseyîn Ozdemir, Amerîka, Îran, Mêrdîn, Dêrsim, Wan, Sûriye, Kurdistan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de