05:41 21 Hezîran 2018
Navenda Giştî ya HDPê

Bi keviran êrişî wesayîta HDPê kirin

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Keçiorenê ya Enqereyê paytexta Tirkiyeyê komek êrişî HDPiyên ku xebatên hilbijartinê birêve dibirin kirin. Êrişkaran wesayîta HDPê dan bin keviran.

Li taxa Esertepeyê ya navçeya Keçioren, êrişî xebatkarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku xebatên hilbijartinê dikirin, kirin. Berî du wesayît namzedên parlamenteriyê yên HDPê şopandin û wan tacîz kirin û gefan li wan xwarin.

Li gorî ragihandina Gazete Duvarê ku li Tirkiyeyê weşanê dike, kesên di wesayîtê de bûn ji HDPiyan re gotin, "Em ê we li vir linç bikin, ji vir herin. Divê navberî de polîs jî hatin cem endamên HDPê û wan hişyar kirine ku dengê mizûka wan bilind e, divê kêm bikin.

Hate diyarkirin ku dema polîs li cem HDPiyan bûne komeke li dorî 15-20 kesan wesayîta HDPê dane bin keviran.

Herwiha endamên HDPê jî destnîşan kirin ku sedema êrişî astengkirina kampanyaya hilbijartinê ya partiya wan e û dê bi biryar kampanyaya hilbijartinê ya partiya xwe berdewam bikin.

Bi heman mijarî:

'Armanca tifaqan xwestina xeniqandina HDPê bû'
Li Enqereyê rêvebereke HDPê hat desteserkirin
Temelli: Parlamentoya bê HDPê rejîma Erdogan e
Komeke MHPê bi kêran xwestin êrişî namzedên HDPê bikin
HDPê sozên xwe yên aboriyê eşkere kirin
Etîketan:
êriş, HDP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de