08:55 18 Hezîran 2018
Operasyon - Çiya - Leşkerên tirk - Artêşa Tirkiyeyê

Wezîrê tirk: Hindik ma em bigihîjin Qendîlê

© Sputnik / Osman Başqalî
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Wezîrê Naxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ragihand ku niha hêzên artêşa Tirkiyeyê 26-27 kîlometreyan ketine nav axa Herêma Kurdistanê û ew tenê çend kilometreyan ji herêma Qendîlê dûr in.

Soylu di civîna partiya xwe de axivî û diyar kir ku, "Niha li Herêma Kurdistanê, hêzên me 26-27 kîlometreyan pêşde çûne. Gelek hindik maye ji Qendilê re. Me berê digot em ê çawa be jî biçin Qendîlê. Mereq nekin niha bo Qendîlê gelek hindik maye. Em li wir dê ti xayinekî nahêlin."

Soylu herwiha rexne li banga siyasiyên dibêjin bila namzedê seromariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş bê berdan girt û got: "Ti karê wan nemaya dibêjin bila Selahattin Demirtaş bê azadkirin. Tişta herî zêde min diêşinê kesên rêveberiya partiya rehmetî Erbakan (Serokwezîrê Tirkiyeyê yê bere) dikin neberpirsiyarî tevdigerin. Dest bi kampanyayê bila Demirtaş ji girtîgehê derbikeve kirine. Çima bila bê derxistin? Dixwazin kesên di bûyerên 6-7 Cotmehê de 53 welatiyên me kuştinê ji girtîgehê derbixin."

Berdevkê KCKê Serhed Varto li ser derbasbûna leşkerên tirk a sînorê Herêma Kurdistanê û çûna wan a nav gundê Bermîze yê bi ser navçeya Soranê ya Herêma Kurdistanê ve axivî û anî ziman ku hêzeke mezin a artêşa tirk li Herêma Kurdistanê hatiye bicihkirin.
Varto destnîşan kir ku armanca bicihbûna leşkerên tirk a li nav xaka Herêma Kurdistanê ew e ku êrîşê ser endamên wan bike

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu: Eger YPG ji Menbicê venekişe wek em ketin Qendîlê em ê bikevin Menbicê jî
Karasu: Em ji bo operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Qendîlê amade ne
'Li Qendîlê avakirina herêmeke nû ji aliyê PKKê ve projeya Barzanî û Îsraîlê ye'
Ji bo Mewlûda Qendîlê 724 girtî hatin efûkirin
Cemîl Bayik bo operasyona Qendîlê: Bila bên kesî destê wan negirtiye
Etîketan:
qendîl, Suleyman Soylu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de