09:53 19 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Kîjan bajar herî zêde li ser Googlê li navê Selahattin Demirtaş geriyaye?

© REUTERS / Osman Orsal
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Hat ragihandin ku li ser Googleê herî zêde bajarê Şirnexê li navê namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş geriyaye. Piştî Şirnexê bajarên Êlih, Amed, Wan û Sêrt tên. Ji bo navê Recep Tayyip Erdogan jî herî zêdê bajarê Semsûrê lê geriyaye.

Li gorî daneyên ku K24ê ji Googlê wergirtine, bajarê ku herî zêde li ser Googlê li navê namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş geriyaye, Şirnex e. Hat diyarkirin ku piştî Şirnexê, bajarên Êlih, Amed, Wan û Sêrt li navê Demirtaş geriyane.

Hat destnîşankirin ku bajarê herî zêde li navê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan geriyaye jî bajarê kurdan Semsûr e. Bajarê Erdogan Rize, di rêza duyem de cih digire û piştre jî bajarên wekî Isparta, Tekirdag û Meletî tên.

Li gorî wan agahiyan bajarê ku herî zêde li navê namzetê serokomariyê yê CHPê Muharrem Ince geriyaye, Bilecik e, yê herî zêde li navê namzedê Partiya Saadetê (SP) Temel Karamollaoglu geriyaye, Bayburt e, yên ku herî zêde li namzedên din Meral Akşener û Dogu Perinçek geriyane jî Çorum û Nigde ne.

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Di navbera dewletê û kurdan de pirsgirêk heye
Demirtaş bo Erdogan: Dîsa jî tu li paş min diaxivî, dê gel di sinoqan de bersiva te bide
Ince: Divê meselaya kurd êdî bêyî xetên sor were nîqaşkirin
Kiliçdaroglu û Akşener duşemê hevdîtinekê pêk tînin
Etîketan:
muharrem, partiya akşener, erdogan, demirtaş, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de