05:45 21 Hezîran 2018
Leşkerên tirk ketin nava gundê Bermîze yê Sîdekanê

KCKê ji bo derbasbûna leşkerên tirk a nav gundê Herêma Kurdistanê daxuyanî da

© Sputnik / Osman Başqalî
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê KCKê Serhed Varto diyar kir ku armanca hatina leşkerên tirk a li nav gundê Bermîze yê Herêma Kurdistanê, tunekirina deskeftiyên Kurdistanê ye.

Li gorî ragihandina NRTê Berdevkê KCKê Serhed Varto li ser derbasbûna leşkerên tirk a sînorê Herêma Kurdistanê û çûna wan a nav gundê Bermîze yê bi ser navçeya Soranê ya Herêma Kurdistanê ve axivî û anî ziman ku hêzeke mezin a artêşa tirk li Herêma Kurdistanê hatiye bicihkirin.

Varto destnîşan kir ku armanca bicihbûna leşkerên tirk a li nav xaka Herêma Kurdistanê ew e ku êrîşê ser endamên wan bike û got, "Bicihbûna leşkerên tirk û êrîşên wan ên li ser Başûrê Kurdistanê bi hevkariya hinek hêzên navdewletî û bêdengî û bêhelwestbûna Herêma Kurdistanê û hinek hêzên kurdî pêk tên."

'HELWESTEKE PDKÊ YA ZELAL TUNE YE'

Varto di axaftina xwe de PDK bi hevkariya ligel artêşa tirk tawanbar kir û got, "Helwesteke wan a zelal tune ye û divê bêdeng nemînin. Ji ber ku bêdengbûn tê wateya razîbûnê û xizmetkirina artêşa Tirkiyeyê."

Tê zanîn ku duhî leşkerên tirk derbasî nav gundê Bermîze yê bi ser navçeya Soran a Herêma Kurdistanê bûbûn û ji gundiyan re gotibû, "Em ji bo dagirkirina gundê we nehatine, lê em tenê hatine endamên PKKê bikujin."

Bi heman mijarî:

KCK: Em hêzên xwe ji Şingalê vedikişînin
KCK: Li hêzên kurdî nayê ku wek hêzên Rojhilata Navîn ên otorîter tevbigerin
KCK: Yên ku mafên wan li ser Bakurê Sûriyeyê û Rojava heye, kurd in
KCK: Têkiliya di navbera YPGê û Amerîkayê de fêm nakin
Etîketan:
kck, pkk, herêma kurdistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de