13:33 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş: Di navbera dewletê û kurdan de pirsgirêk heye

© AFP 2018 / Ozan Köse
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Selahattin Demirtaş di bersivên xwe yên ji bo ajanseke almanî de tifaqa AKP-MHPê wekî "bloka faşîst" bi nav kir û got, "AKPê piştgiriya kurdan bi tevahî wenda kir."

Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş bi rêya parêzerên xwe bersiva pirsên ajansa nûçeyan a almanî dpayê da.

Demirtaş li ser pirseke "Tifaqa AKP-MHPê wê bandoreke çawa li dengên kurdan bike?" got, "Kurd jixwe bi dengekî bilind dibêjin, ew ne neçarî vê bloka faşîst in. Em ê bandora vê yekê di sandoqan de jî bibînin. AKPê hemû piştgiriya kurdan wenda kir."

Demirtaş destnîşan kir ku hemû partiyên din tirkparêz in û wisa axivî, "Em wekî HDPê pirçandî û pirnasnameyiyê esas digirin. Em ne neteweperwer in. Partiyên din nikarin vî aliyê me qebûl dikin. Lê ger me di çarçoveya prensîbên xurt de blokeke demokrasiyê pêk bianiya, bêguman dê ji bo Tirkiyeyê baştir bûya."

'DI NAVBERA DEWLETÊ Û KURDAN DE PIRSGIRÊK HEYE'

Demirtaş parast ku li Tirkiyeyê di navbera kurd û tirkan de ti pirsgirêkek tine ye û axaftina wisa domand, "Di navbera kurdan û dewletê de, di navbera kurdan polîtîkayên hikumetê de pirsgirêk heye. Ji ber ku hikumet bi tundî zextan li kurdan dike, pirsgirêk heye. Lê fatureya vê ya siyasî jî di bin navê ‘terorê' de ji HDPê re derdixin û vê yekê jî bi rêya medyayê wekî antîpropagandayê dikin. Bêguman ev jî li rojavayê Tirkiyeyê dibe sedema bandorekê. Em jî hewl didin van têgihîştinên şaş sererast bikin û xwe bi awayekî rast îfade bikin û piştgiriya dengdêran bigirin."

Bi heman mijarî:

Demirtaş bo Erdogan: Dîsa jî tu li paş min diaxivî, dê gel di sinoqan de bersiva te bide
Kemalbay: Ew gotina Demirtaş hêj derbasdar e
‘TRT diçe Edîrneyê: Demirtaş dê ji girtîgehê bang li hilbijêrên xwe bike'
Temelli: Eger Demirtaş beriya hilbijartinê azad nebe em ê...
Etîketan:
dewlet, kurd, Namzedê serokomariyê yê HDPê, Selahattin Demirtaş, Edirne
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de