09:09 18 Hezîran 2018
Şervanê PKKê

PKK: Li Amedê 7 leşker û li Geverê jî ‘kontrgerîla'yek hat kuştin

Tirkiye
Lînkê kurt
0 30

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKKê diyar kir ku hêzên wan li Amedê 7 leşker û li Geverê jî ‘kontrgêrila'yek kuştine.

Li gorî zanyariyên nûçeya ajanseke nêzîkî PKKê, di şer û pevçûnên li Amedê 7 leşkerên tirk hatine kuştin û li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî ‘kontrgêrila'yek hatiye kuştin.

PKK di daxuyaniya xwe de îdia dike ku duhî 1ê Hezîranê li Bajêrgana Gever a Colemêrgê 3 leşker û li Pîran a Amedê 2 leşker hatine kuştin.

PKKê di wê daxuyaniyê de amaje dike ku artêşa Tirkiyê piştî vê operasyonê, li deverê operasyon daye destpêkirin û di encama wê operasyonê de jî li dijî tankeke artêşa tirk ‘çalakiyeke sabotajê' pêkaniye û di encama wê çalakiyê de jî 2 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û hejmarek leşker jî hatin birîndarkirin û herwiha hat diyarkirin ku wesayîteke zirxî jî zirar dîtiye.

Herwiha PKKê di dawiya daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku, ji ber ku di kuştina endamên wan de destwerdana wî heye, welatiyê bi nave Haydar Çelik hatiye jî kuştin.

Bi heman mijarî:

PKK: 11 leşkerên tirk hatin kuştin
PKK li dijî Îsraîlê daxuyanî da
PKK: Me li Bakur û Başûrê Kurdistanê 5 leşkerên tirk kuştin
Berdevkê PKKê: Ger derfet hebe, hêzên tirk wê hemû gundên Kurdistanê dagir bikin
'Di rapora NATO PAyê de gotina 'PYD/YPG baskê PKKê yê li Sûriyeyê ye' cih girt'
Partiyeke nêzîkî PKKê jî bi kursiyekê ket Parlamentoya Iraqê
Etîketan:
jiyan, Daxuyanî, Şer, Artêşa Tirkiyê, PKK, Colemêrg, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de