23:02 21 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş bo Erdogan: Dîsa jî tu li paş min diaxivî, dê gel di sinoqan de bersiva te bide

© REUTERS / Umit Bektas
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)
0 10

Namzedê HDPê yê serokomariyê Selahttin Demirtaş bersiv da Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan. Demirtaş ji Erdogan re got, "tu her roj li meydanan, li televizyonan îftirayan li min dikî."

Namzedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş yê ku li Girtîgeha Edîrneyê bangeşeya xwe ya hilbijartinê bi rêya Twitterê bi rê ve dibe, vê carê bi rêya parêzerên xwe bi peyameke xîtabî Erdogan kir.

Demirtaş, "tu her roj li meydanan, li televizyonan îftirayan li min dikî. Li vir dest û pêyên min girêdayî ne. Dîsa jî tu li paş min diaxivî. Lê ji te Were ku dest û pêyên gel jî girêdayî ne. Bersiva ku tu heq dikî dê 24ê Hezîranê de sinoqan de bidine te."

Serokomarê Tirkiyeyê û namzedê AK Partiyê yê serokomariyê di hilbijartinên 24ê Hezîranê de Recep Tayyîp Erdogan duhî 2yê Hezîranê di bernameyeke televizyonê de axivîbû. Erdogan li ser pirsên ku ‘Çima namzedê Serokomariyê Selahattîn Demirtaş ji girtîgehê nayê derxistin û kampanyaya xwe nikare bike?' wiha got: "Ew kesê ku di hûndir de ye radibe dibe namzed, bi çi rûyî dibî namzed? Ji xeynî me hemû bi yek gotinê dibêjin, Divê derkeve û xebatên xwe bike. Feraseta wan a netewîbûn û xwemalîbûnê ev e. Dê rabe vî welatî bişewitîne û piştre jî jê re bêjin, bila derkeve xebatên xwe li gor dilê xwe bike. Tiştekî wiha nabe. Ez di vê mijarê de, di wê baweriyê de me ku edalet bilez dersa wî bide."
Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)

Bi heman mijarî:

Kemalbay: Ew gotina Demirtaş hêj derbasdar e
‘TRT diçe Edîrneyê: Demirtaş dê ji girtîgehê bang li hilbijêrên xwe bike'
Temelli: Eger Demirtaş beriya hilbijartinê azad nebe em ê...
Demirtaş: Ger cenabê te vê peyamê herî kêm ji 100 kesî re bişîne dê pir baş be
Etîketan:
Hilbijartin, Bersiv, peyam, Recep Tayyip Erdogan, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de