20:31 20 Hezîran 2018
Hevseroka Giştî ya HDPê Serpil Kemalbay

Kemalbay: Ew gotina Demirtaş hêj derbasdar e

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (177)
0 0 0

Hevseroka berê ya HDPê û namzeda parlementeriyê Serpil Kemakbay diyar kir ku ew di tûra duyemîn de bi Erdogan re rêknakevin, "Gotina Demirtaş e ‘em dê wî nekine Serok' hêj derbasdar e. HDP dê rê nede ku desthilata yekkesî."

Hevserokê berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzeda parlementeriyê ya Izmîrê Serpil Kemalbay li Izmîrê axivî.

Kemalbay ew gotinê ku dê HDPê di tûra duyemîn de bi Serokomarê AKPyî Recep Tayyip Erdogan re li hev bikin weke propogandayê bi nav kir û teqez kir ku bi AKPê rê rêknakevin. Kemalbay "Ev daxuyanî propogandaya Erdogan ya ji bo tevvlihevkirina serê hilbijêrên ku meyla wan heye dengê xwe bidin me tên kirin. Beriya her hilbijartinê vêya tînine rojevê. Lê gotina namzedê mey ê Serokomariyê yê ku niah girtî yê ‘em dê wî nekine Serok' hêj derbasdar e. Bil hilbijêrên dilê xwe safî bikin, HDP dê rê nede ku rejîma yekkesî bê avakirin. HDPê dê di parastina demokrasiyê de berdewam be."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (177)

Bi heman mijarî:

‘TRT diçe Edîrneyê: Demirtaş dê ji girtîgehê bang li hilbijêrên xwe bike'
Erdogan bo Demirtaş: Bi çi rûyî bûyî namzed, wê edalet bilez dersa wî bide
Temelli: Eger Demirtaş beriya hilbijartinê azad nebe em ê...
Demirtaş: Ger cenabê te vê peyamê herî kêm ji 100 kesî re bişîne dê pir baş be
Di TRTê de Erdogan 105 deqîqe, Demirtaş 3 saniye cih girt
Etîketan:
HDP, Serpil Kemalbay, Tirkiye, Izmir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de