09:50 19 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Erdogan bo Demirtaş: Bi çi rûyî bûyî namzed, wê edalet bilez dersa wî bide

© REUTERS / Ümit Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
0 03

Serokomarê Tirkiyeyê û namzedê AK Partiyê yê serokomariyê di hilbijartinên 24ê Hezîranê de Recep Tayyîp Erdogan îşev 2yê Hezîranê di bernameyeke televizyonê de axivî.

Erdogan li ser pirsên ku ‘Çima namzedê Serokomariyê Selahattîn Demirtaş ji girtîgehê nayê derxistin û kampanyaya xwe nikare bike?' wiha got: "Ew kesê ku di hûndir de ye radibe dibe namzed, bi çi rûyî dibî namzed?'

‘WÊ EDALET BILEZ DERSA DEMIRTAŞ BIDE'

Erdogan rexne li namzedên din ên serokomariyê ku daxwaza berdana Demirtaş dikin girtin û wiha pê de çû:

"Ji xeynî me hemû bi yek gotinê dibêjin, Divê derkeve û xebatên xwe bike. Feraseta wan a netewîbûn û xwemalîbûnê ev e. Dê rabe vî welatî bişewitîne û piştre jî jê re bêjin, bila derkeve xebatên xwe li gor dilê xwe bike. Tiştekî wiha nabe. Ez di vê mijarê de, di wê baweriyê de me ku edalet bilez dersa wî bide."

Bi heman mijarî:

Trump ji hevdîtina Lavrov û Kim kêfxweş nebû
Amerîkayê pêşnûmaya Xezeyê veto kir
Eşîrên Kurd ên Rojava bang li ENKS û TEV-DEMê kirin
Pûtîn lîmuzîna ‘Kortej’ pêş Prensê Abû Dabî kir
Trump ragihand: Lutkeya Koreya Bakur 12ê Hezîranê li Sîngapûrê tê lidarxistin
Golfvanên jin ên herî seksî li cîhanê
Rûsya û Mîrnişiyên Erebî yên Yekbûyî di warê Rojhilata Navîn de peymanek danî
Etîketan:
Girtîgeha Edirne, Erdoğan, Demirtaş, Hilbijartin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de