05:10 21 Hezîran 2018
Muharrem İnce

Înce bersiva Erdogan da: Obama, Pûtîn, Barzanî, Apo û Gulen tu xapandine

© Foto : CHP
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (179)
0 0 0

Namzedê serokmariya Tirkiyeyê ji Partiya Gel ya Komarî (CHP) Muharrem Înce di mîtinga xwe ya bajarê Bursayê de, got, “Ez wek Erdogan cudahiyê naxim nav mirovan. Min ew wek kurd û tirk veneqetandin.”

Muharrem Înce bersiv da gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan yên ku ji wî gotiye, ‘Ma dewlet radestî şagirtekî tê kirin?".

Înce, "Dewlet ji yên têne xapandin re nayê radestkirin. Obama tu xapandiye, Pûtîn xapandiye, Barzanî xapandiye, Apo xapandiye, Gulen xapandiye…"

'EM KURD Û TIRKAN CUDA NAKIN'

Înce li ser gotinên ‘namzedê hejar ê serokomariyê' ku ji wî tê gotin jî diyar kir, "Ez wek Erdogan cudahiyê naxim nav mirovan. Min ew wek kurd û tirk cuda nekirine. Min ew wekî elewî-sunî cuda nekirin. Wek jin-mêr cuda nekirin. Dilê min dewlemend e. Lewra jî kesê herî dewlemendê dinyayê me."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (179)

Bi heman mijarî:

Li Amerîkayê 'Konferansa Xebatên Kurdî ya Serbestê' destpê kir
Pûtîn: Bextewariya bavîtiyê hemû zehmetiyan beralî dike
Koma bi ser Heşda Şeibî ve gef li Amerîkayê xwar
PDK-S: Em amade bi PYDê re dest bi diyalogê bikin
Li Enqereyê rêvebereke HDPê hat desteserkirin
Temelli: Eger Demirtaş beriya hilbijartinê azad nebe em ê...
YPG: Me êrişî baregehên leşkerên tirk kir, kuştî û birîndarên wan hene
Etîketan:
Hilbijartinên 24ê Hezîranê, Erdogan, Muharrem Ince, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de