20:20 20 Hezîran 2018
Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

Li Enqereyê rêvebereke HDPê hat desteserkirin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hta ragihandin ku birêvebera Rêxistina Enqereyê ya HDPê Zeyno Bayramoglu îro ji aliyê ve polîsan ve li Enqereyê hat desteserkirin. Bayramoglu di heman demê de di nav koma rêvebirinê ya xebatên hilbijartinê de cih digire.

Li gorî agahiyên nûçeyeke Rûdawê polîsên tirk vê sibehê bi ser mala birêvebera rêxistina Enqereyê ya HDPê Zeyno Bayramoglu de girt û ew desteser kir. Hat ragihandin ku kesên xebatkarên din ên HDPê jî hatine girtin lê heta niha navê wan nehatiye zanîn.

Derbarê sedema desteserkirina Zeynep Bayramoglu de jî ti agahî nehat zanîn.

Bayramoglu beşdarî xwepêşandanên Cerattepeyê yên 21ê Sibata 2016an bûbû û di dema wan xwepêşandanan de gava ji ber polîsan reviya û xwe di ser dîwarê 8 metroyî re avêtibû, her du lingên wê şikestibûn.

Birêvebera HDPê Zeynep Bayramoglu heta niha 6 caran operasyonên emeliyetê derbas kirine û hat gotin ku parêzerên wê dê wan raporên wê ji bo dozgeriyê ragihînin.

Bi heman mijarî:

YSKê HDP û Partiya Saadetê hişyar kirin
HDP lîsteya parlamaneteran îro radestî YSKyê dike, gellek navên nû hene
Temelli: Parlamentoya bê HDPê rejîma Erdogan e
HDPê sozên xwe yên aboriyê eşkere kirin
Komeke MHPê bi kêran xwestin êrişî namzedên HDPê bikin
Etîketan:
desteserkirin, Birêvebera Enqereyê ya HDPê, Zeynep Bayramoglu, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de