19:12 23 Hezîran 2018
Muharrem İnce

Ince: Divê meselaya kurd êdî bêyî xetên sor were nîqaşkirin

© REUTERS / Osman Orsal
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Namzedê serokomariyê yê Partiya Komariya Gel (CHP) Muharrem Ince derbarê meselaya kurd de ji FTyê re axivî, "bêyî xetên sor divê bê nîqaşkirin." Ince, bilêv kir ku hewcedariya welêt bi serokomarekî demokrat û azadîxwaz heye.

Namzedê CHPê Ince ji Financial Timesê re axivî û derbarê meseleya kurd got, "Êdî ev mesele divê bê çareserkirin û bêyî xetên sor bila herkes nîqaşan li ser bikin." Li gor radihandina BBCyê hat gotin, Ince di wê mijarê de serkeftiye ku xwe gîhand kurdên li dijî partiya CHPê bi mesefene.

Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku namzedê CHPê Ince, Hevserokê Berê û namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaşê ku ev salek û nîv di girtîgehê de ye ziyaret kiriye. Ji aliyê din ve Inceyê ku di lêkolînên gelemperî de hêj li pêy serokomar Recep Tayyip Erdogan e wek reqîbekî dijwar hat binavkirin.

Bi heman mijarî:

Ince: Heta teror neyê qedandin, çareseriya pirsgirêka kurd zehmet e
Ince: TUIK agahiyên şaş dide, divê hesap jê bê pirsîn
Muharrem Ince: Ez ê bi Esad re hevdîtinê pêk bînim
Ince: 'Ji bo ku Erdogan di referandumê de bi ser bikeve Demirtaş hat girtin'
Etîketan:
meselaya kurd, serokomar, namzed, Muharrem Ince, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de