09:08 18 Hezîran 2018
Televîzyon

Di TRTê de Erdogan 105 deqîqe, Demirtaş 3 saniye cih girt

© AFP 2018 / PHILIPPE DESMAZES
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Komeleya Zelalkirinê ya Navdewletî demveqetandina TRTê ya ji namzedên serokomariyê ya meha gulanê eşkere kir. Li gor daneyên komeleyê serokomar Recep Tayyip Erdogan di mehekê de 105 deqîqeyan, Selahattin Demirtaş 3 saniyeyan derketiye ekrana TRTê.

Partiyên muxalefetê beriya hilbijartinên 24ê Pûşberê veqetandina demê ya TRTê bo namzedên serokomariyê cardin anîn rojevê. Di daxuyannameyên hin partiyan de girtina TRT jî di nav de gelek rexne lê tên kirin. Herwiha Komeleya Zelalkirinê ya Navdewletî weşana TRTê ya meha gulanê lêkolîn kir.

ERDOGAN 105 DEQÎQE, DEMIRTAŞ 3 SANIYE DERKETIYE EKRANÊ

Komeleyê bi sernava 'Di Pêvajoya Hilbijartina 2018an de Xebata Şopandina TRTê' de di navbera 4-31ê Gulanê de di bultena 'Nûçeyên Sereke ên TRT Haberê' de lêkolînek da destpêkirin. Li gor daneyên lêkolînê serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di mehekê de 105 deqîqe derketiye ekrana TRTê, yê herî nêzî wî namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Ince ye ku 37 deqîqe di ekrana TRTê de cih girtiye. Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş jî bi tenê 3 saniyeyan derketiye.

​Demeqetandina TRTê bo namzedên din jî wiha ye;

Meral Akşener 14 deqîqe
Temel Karamollaoglu 5 deqîqe
Dogu Perinçek 2 deqîqe

Li gor lêkolînê demveqetandina TRTê ya bo partiyan jî wiha ye;

AKP: 147 deqîqe
CHP: 25 deqîqe
MHP: 25 deqîqe
Partiya IYIyê: deqîqe
Partiya Saadetê: 5 deqîqe
BBP: 5 deqîqe
Partiya Vatanê: 2 deqîqe
HDP: 0 deqîqe

Bi heman mijarî:

Bilgen: Dema Demirtaş bibe namzet, gelo wê TRT biçe Edîrneyê yan dê wî bînine TRTê?
TRT KURDÎ dest bi weşana tirkî jî kir
Davutoglu TRT derewand TRTê jî Davutoglu...
ÎDIA - TRT: '60 kes hatin kuştin'
Etîketan:
bulten, ekran, trt, namzed, Komeleya Zelalkirinê ya Navdewletî, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de