23:05 21 Hezîran 2018
Murat Karayilan

Karayilan bersiva Mehdi Eker da

© AFP 2018 / MUSTAFA OZER
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Endamê Konseya Birêveber ê PKKê Murat Karayilan bersiva Cîgirê Serokê AKPê Mehdi Eker da û diyar kir ku yên pêvajoya aştiyê têk birin, hikûmeta AKPê bi xwe ye.

Endamê Konseya Birêveber ê PKKê Murat Karayilan bersiva Cîgirê Partiya Geşedan û Dadweriyê (AKP) Mehdi Eker ku li Amedê du roj berê derbarê pêvajoya aştiyê de axivîbû û gotibû pêvajoyê PKKê hilweşand da. Karayilan diyar kir ku yê pêvajoya aştiyê têk daye, ne ew in AKP bi xwe ye û armanca hikûmeta Tirkiyeyê jinavbirina PKKê bû.

‘EGER ÇEK NEBÛYA, DIBE KU WEKÊ GEL Û TEVGER EM NIHA QEDIYABÛNA'

Murat Karayilan da xuyakirin ku ji ber polîtîkayên dewleta Tirkiyeyê, ew neçar man xwe biparêzin û got: "Şerê ku em dikin şerê xweparastinê ye. Dewleta tirk ji bo tasfiyekirina me, gelê me tevdigeriya. Bêguman em xwe bi rengê îdeolojîk, çandî û siyasî ve diparêzin. Lê belê li cihê ku ev bê bandor hatine xistin, em neçar in xwe bi rengekî çekdarî biparêzin. Eger çek nebûya, dibe ku weke gel û tevger em niha qediyabûna. Lewma mafê me yê herî xwezayî ye ku li dijî van êrîşên berfireh xwe bi rengekî çalak biparêzin."

'REWŞA AWARTE TENÊ LI DIJÎ KURDAN E'

Karayilan li ser Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê jî axivî û anî ziman ku Rewşa Awarte tenê li dijî kurdan e û got: "Ji bilî kurdan kî heye? Gelo Fethullah heye? Hemû kadroyên Fethullah hatin girtin. Çima qanûna Rewşa Awarte didomînin? Ji bo gelê kurd teslîm bigirin. 3 sal in li Îmraliyê sîstema şkenceyê dimeşînin. Êrîşên li qada siyasetê jî girtina hevserokên partiyan, parlamenteran, desteserkirina şaredariyan û êrîşên topyekûn ên li dijî gelê kurd ji bo wê yekê hatin kirin ku gelê kurd ji rêya xwe vegere. Xwestin teslîm bigirin, lê ji wan nehat. Bi teknolojiya herî pêşketî ji her alî ve êrîş birin ser gerîlayên Kurdistanê, lê li her eylatên me gerîla ji her demê bêhtir xurt in."

Bi heman mijarî:

PKK: Me li Bakur û Başûrê Kurdistanê 5 leşkerên tirk kuştin
Hilbijartina pêşwext û têkiliya wan bi Efrîn û pêvajoya navbera PKK û Tirkiyeyê re?
PKK: Di şerê li Sêrtê de 7 endamên me hatin kuştin
PKK: Me li sê baregehên Tirkiyeyê yên li herêma Barzanê 5 leşkerên tirk kuştin
Etîketan:
çareserî, pêvajo, PKK, kurd, Mehdi Eker, Murat Karayilan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de