22:31 18 Hezîran 2018
Berhemên çandinî - Fêkî û sewze

Îxracata fêkî û sewze ya Tirkiyeyê bo Rûsyayê ji sedî 125 zêde bû

© Sputnik / Vladimir Pesnya
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Îxrata fêkî û sewze ya Tirkiyeyê bo Rûsyayê li gor 4 mehên sala borî gihîşte 202 milyon û ya giştî jî ji 794 milyon dolarî derbas kir.

Berhemên çandinî - Fêkî û sewze
© Sputnik / Vladimir Pesnya
Li gor daneyên Yekîtiya îxracatvanên Uludagê, Tirkiyeyê 4 mehên pêşî yên 2018an de îxracata xwe ya fêkî û sewze li gor mehên sala borî ji sedî 25 zêde kir û ji 635 milyonan drxiste 794 milyon dolarî. Bi awayê miqdar jî ji zedî 17 zêde bû û gihîşte milyonek û 557 hezar ton.

Di heman dema navborî de îxracata fêkî û sewze ya Rûsyayê li gor sala borî ji sedî 125 zêde bû û ji 90 milyonî derkete 202 milyon dolarî. Bi miqdar jî derkete 315 hezar tonî.

Cîgirê Serokê Yekîtiya Îxracatvanê Fêkî û Sewze yê Uludagê (UYMSIB) Senih Yazgin di axaftina xwe de got: "Sala borî di vî wextî de reqemên îxracatê derdora 635 milyon dolar, lê îsal ev reqem nêzî 800 milyon dolarî bûye. Yanî nêzîkî 160 milyon dolar zêde bûn heye."

Bi heman mijarî:

Qedexeya Rûsya ya fêkî îro radibe
Herêma Kurdistanê îtxalata fêkî ji Îranê qedexe kir
Li bazara fêkî ya Bexdayê teqîn: 11 kuştî 32 birîndar
Wezareta Rûsyayê: "Bi vegera berhemên tirk, wê buhayê fêkî û sewze bikeve"
Etîketan:
Îxracata Tirkiyeyê bo Rûsyayê zêde dibe, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de