01:16 18 Hezîran 2018
Hevserokê HDPê Pervin Buldan û Sezai Temelli

Temelli: Parlamentoya bê HDPê rejîma Erdogan e

© Foto : Navenda Giştî ya HDPê
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)
0 10

Hevserokên HDPê Sezai Temelli û Pervin Buldan mijarên rojevê nirxandin. Sezaî Temelli amaje kir ku AKPê dixwaze HDPê di bendê de bimîne û bi vî hawî 400 parlamenterî bidest bixe. Temelli "Parlamentoya bê HDPê rejîma Erdogan e."

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli û Pervin Buldan beşdarî weşana zindî ya televizyona TELE1ê bûn. Hevserokên HDPê pirsên rojnamavan Ayşegul Dogan, Banu Guven, Hilmi Hacaloglu û Unsal Unlu bersivandin.

Hevserokên HDPê destnîşan kirin, tevî ku ew mezintirîn partiya sêyemîn a Tirkiyê ne û bo Serokomariyê Tirkiyê namzedekî wan heye lê heta niha ji bo bangeşeyê bi tenê 2 caran beşdarî weşanên zindî bûne; weşana FOX TV û ya TELE1 e.

TEMELLI: LI GORÎ AMARÊN DAWIYÊ YÊN RAPIRSIYAN RÊJEYA DENGÊN HDPê 10.2 YE

Temelli derbarê amarên anketa dawî ya bi dest wan ketiye kir, "HDPê 10.2 ji sedî ye. Rêjeya dengên ‘Tifaqa Cumhur' 42-23 ji sedî ye û rêjeya ‘Tifaqa Gel' jî 40 jî sedî ye. Temelli herwiha anî ziman ku parlementoya bi HDPê tê wateya demokrasiyê û ya bê HDPê jî tê wateya rejîma Erdogan."

BULDAN: BÊYÎ KU HUDA-PAR XWE REXNE BIKE, BÊYÎ KU JI GELÊ KURD LÊBORÎNA XWE BIXWAZE NE RAST BÛ KU ME TIFAQEK PÊK BIANYA

Li ser pirseke tifawan Hevseroka HDPê Buldan got, "Ji bo pêkanîna tifaqekê danustendinên me bi partiyên çep û sosyalîst re û bi partiyên kurdistanî re çêbûn. Ji bo ku em bi HUDA-PARê re jî tifaqê bikin me peyam stendin lê di raboriyê de xeletiyên HUDA-PARê çêbûn. Ev xeletî ne pêkan e ku werin jibîrkirin. Bêyî ku HUDA-PAR xwe rexne bike, Bêyî ku ji gelê kurd lêborîna xwe bixwaze ne rast bû ku me tifaqek pêk bianiya."

Buldan amaje kir ku tifaqa AKPê ya bi MHPê re zirar daye AKPê, "AKP j itifaqa bi MHPê re zirar dît. Dê Partiya IYI ji MHPê zêdetir dengan bistîne. Dê ji MHP zêde deng neçin AKPê. Ger MHP bi AKPê re tifaqek pêk neaniya dê di bin bendê de bima."

‘NAMZEDÊ PARTIYEKE KU DENGÊ 6 MILYONAN STENDIYE KU NIHA LI GIRTÎGEHÊ REHÎN TÊ GIRTIN'

Li ser pirseke bê gelo pêvajoyeke nû ya çareseriyê hewil tên dayîn yan na, Buldan da zanîn ku bi AKPê re tu danustendinên wan tine ne û wiha axivî: "Bi AKPê re ti temasa me tine ye, nebû, dê nebe jî. Li Tirkiyê namzedê partiyeke ku dengê 6 milyonan stendiye ku niha namzedê serokomariyê ye li girtîgehê rehîn tê girtin"

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)

Bi heman mijarî:

Temelli: Hisabê wan dê ji Kerkûk, Efrîn û Amedê vegere
Pervîn Buldan ji bo çi li ser pirsa piştgiriya Akşener bo tûra duyem xemgîn bû?
Buldan: Em ê li Stenbol 2 milyon dengan bistînin
Pervîn Buldan: Serlêdana tehliyekirina Demirtaş hat redkirin, wê gelê me wî tehliye bike
Komeke MHPê bi kêran xwestin êrişî namzedên HDPê bikin
HDPê sozên xwe yên aboriyê eşkere kirin
Etîketan:
Hilbijartinên Tirkiyê, Bangeşe, Bend, Tifaq, Hilbijartinên Serokomariyê, Hilbijartin, amar, rapirsî, HDP, Temelli, Buldan, Sezaî Temelli, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de