22:15 18 Hezîran 2018
Devlet Bahçeli-Recep Tayyip Erdogan

Turkeş: Tifaqa AKP-MHPê piştî hilbijartinê dewam nake

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 11

Tugrul Turkeşê ku ji MHPê veqetiya û derbasî AKPê bû, daxuyand ku divê di 24ê Pûşberê de em hem dengê xwe bidin Erdogan, hem jî bidin AKPê, ya na ev kar dê neghêje armanca xwe û Tirkiye cardin biçe ser sindoqan. Turkeş li ser tifaqa AKP-MHPê de jî got ku piştî hilbijartinan dê dewam neke.

Tugrul Turkeşê ku ji MHPê veqetiya û derbasî AKPê bû dervbarê hilbijartinên 24ê Pûşberê de ji kanala Haberturkê re axivî. Turkeş bangî gel kir ku dengê xwe bidin hem Erdogan û hem jî bidin AKPê, ya na ev kar dê dirêj biajo û Tirkiye cardin biçe ser sindoqan. Herwiha li ser tifaqa herdu partiyan, AKP-MHPê de jî bilêv kir ku piştî hilbijartinê tifaq dê dewam neke. Turkeş sedema wê jî gotinên serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli nîşan da li meydanan tîne ziman.

Turgul Turkeş derbarê seroka Partiya IYIyê Meral Akşener de jî çend tişt gotin: "Ez ji zû de wê nas dikim, uslûba wê ne wek ya xanima siyasetvana ye, di daxuyaniyên partiyê de ti tiştekî nû tuneye, siyaset divê her dem xwe nû bike û tiştên nû pêşniyaz bilke, ya na ti hewcedariya avakirina partriyan tuneye.

Bi heman mijarî:

'Ji bo destpêkirina şerê Erdogan û Bahçeli hindik maye'
Giliyê Serokê MHPê Bahçeli li dadgehê hat kirin
Bahçeli îhtîmala serhildana mehkûman anî rojevê: Dê ji bûyerên parka Geziyê xedartir be
‘Gelo Devlet Bahçeli bûye desthilat haya me jê tuneye?'
Etîketan:
hilbijartin, tifaq, Tugrul Turkeş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de