09:49 19 Hezîran 2018
Meral Akşener

'Dê Akşenera ku herdem dûrî kurdan sekinî bibe hêviya kurdan?'

© REUTERS / BULENT KILIC
Tirkiye
Lînkê kurt
0 11

Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Ilnur Çevik derbarê seroka Partiya IYIyê Meral Akşener de got nikare meseleya kurd çareser bike, çimkî di heman wêneyî de jî naxwaze bi HDPê re xuya bibe.

Ilnur Çevik di nivîsa xwe ya bi sernavê "Dê Akşener bibe hêviya kurdan?" di Rojnameya Yeni Birlikê de hat weşandin û li ser Partriya IYIyê û çareserkirina mesela kurd sekinî. Çevik wiha axivî: "Wezîrê Pêwendiyên Ewropayê yê Almanyayê çend roj berê hat Tirkiyeyê û got hilbijêrên di navbera AKPê û HDPê de mane, dê dengên xwe bidin Partiya IYIyê. Li ser vê daxuyaniyê seroka partiyê Meral Akşener jî eşkere kir ku gel ji me bawere, em ê pişrsgirêka kurd çareser bikin."

'MERAL AKŞENER HERDEM LI DIJÎ KURDAN BÛ'

Ilnur Çevik di nivîsa xwe de got ku piştî van gotinên Akşener em jî li bendeyî daxuyannameya partiyê sekinîn û dema ku em li daxuyannameya hilbijartinê ya Partiya IYIyê dinhêrin di 134 rûpelî de gotinek 'kurd' jî derbas nabe: "Meral xanima ku ji berê de li dijî kurdan bi mesafe ye, bi ya min hêj di wê fikrê deye. Bo herêmê jî gelek tiştan dibêjê lê bo çarserkirina 'pirsgirêka kurd' ti pêşniyaz tunene."

Çevik piştî van agahiyan da zanîn, di salên 1990an de Akşener bû sedema rijandina xûna gelek mirovan, Herwiha 'Akşenera ku herdem dûrî kurdan sekinî dê bibe hêviya kurdan?'

Etîketan:
çareserkirina meseleya kurd, pirsgirêka mkurd, hilbijartin, Ilnur Çevik, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de