23:06 21 Hezîran 2018
AKP / Ala AKPê / Hilbijartin

AKPê pêşniyazî namzedên xwe kir ku tev li merasîmên cenaze û dawetan bibin

© REUTERS / Osman Orsal
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)
0 0 0

AKP ji bo namzedên xwe rênûmayek amade kir û tê de rê li ber namzedên xwe yên parlementeriyê xist. AKPê di wê rênûmayê ji namzedên xwe re pêşniyaz dike ku tev li merasîmên cenazeyan û dawetan bibin.

Her ku diçe ji hilbijartinan re rojên jimartî dimînin û partî jî xebatên xwe yên hilbijartinên zêde dikin. Partiya Dadwerî û Geşedanê (AKP) jî ji bo namzedên xwe yên parlementeriyê rênûmayak amade kir. Li gorî wê rênûmaya AKPê ev pêşniyaz li namzedên xwe kirin:

‘BIKENIN'

Li gorî nûçeya medya tirkî, di wê rênûmayê de tê destnîşankirin ku mifteya hilbijartinan peywendiya bi hilbijêran re ye. Peywendiyên semîmî, yek bi yek û rasterast dê çarenûsa hilbijartinên 24ê Hezîranê diyar bikin. Devlikeniya namzedan û himêzkirina xelkê pêwist e. Di hilbijartinan de vebijarka hilbijêrên çi dibe bila bibe, divê namzed ji nîqaşan dûr bisekinin.

‘TEVLÎBÛNA MERASIMAN GIRÎNG E'

Pêwist e bi hemû aliyên civakî re temaseke ji dil hebe û hevdîtinên rû bi rû bêne kirin, seredanên malan bê kirin. Pêwist e namzed bêyî ku ferqê bixin nava aliyên civakî di nava diyalogan de bin. Ji ber vê yekê jî divê namzed ji berê de hay ji dawet, civîn û merasîmên cenazeyan hebin da ku beşdarî wan bibin.

‘PEYAMÊN PÎROZBAHIYÊ BIŞÎNIN'

Herwiha pêwist e namzed bûyerên girîng ên bajar, welat û herêmên xwe ji nêz ve bişopînin û di van rojan de peyamên pîrozbahiyê bo hilbijêrên xwe bişînin.

Herwiha divê nazmed qadên bi bandor ên sosyal medyayê bi awayekî karîger bi kar bînin û ji manîpulasyonan dûr bisekin û bi hilbijêrân re qet nekivine nava nîqaşan.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)

Bi heman mijarî:

Firat: AKP bi partiyên faşîst re tifaq kiriye û dimeşe
‘AKP, Gul û Davutoglu bi sûcdariya FETOyê tirsandin'
Gezici: AKP-MHP li parlamentoyê piraniyê bi dest naxe
Demirtaş: AKP piştgiriya xwe wenda dike û mirov ji AKPê aciz bûne
'Heke AKP serdestiya parlamentoyê bi dest nexe Erdogan dê biçe hilbijartinê'
‘40 şaristaniyan xirab nekir lê aniha AKP xirab dike'
SONAR: Tifaqa AKP-MHPê ji sedî 50î derbas nake
Etîketan:
Rênûma, Pêşniyaz, Merasîm, Hilbijartin, Partiya Dadwerî û Geşedanê, AKP, Tirkiyê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de