23:07 21 Hezîran 2018
Hilbijartin - dengdan - sindoq - YSK - Tirkiye

YSK bi AGITê re hevdîtin nekir

© Foto : Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK)
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartin a Tirkiyeyê (YSK) Sadi Guven jî di nav de 6 endamên lijneyê bi nûnerên Rêxistina Hevkarî û Ewlehî ya Ewropayê (AGIT) re hevdîtin nekirin.

Hilbijartin - dengdan - sindoq - YSK - Tirkiye
© Foto : Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK)
Li gor zanyariyên berdest, Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartin a Tirkiyeyê (YSK) Sadi Guven jî di nav de 6 endamên YSKê ji bo mijara ewlehiya hilbijartinê bi nûnerên Rêxistina Hevkarî û Ewlehî ya Ewropayê (AGIT) re hevdîtin nekirin. Li gor îdîayan endamên YSKê gotine: "Em çi jî dibêjin AGIT guhdariya me nake. Em vala xwe diwestînin. Dawiya dawî dîsa wek xwe dikin."

Li gor nûçeya Alican Uludagê rojnameya Cumhuriyetê Serokê YSKê Sadi Guven û 6 endam bi heyeta çavdêr a AGITê ku ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê hatibûn Tirkiyeyê re hevdîtin pêk neanîn. AGIT tenê bi 4 endamên YSKê re hevdîtin pêk anî.

Ji heyeta Bûroya Mafê Mirov û Saziyên Demokratîk a AGITê tenê bi herçar endamên YSKê Erhan Çiftçi, Zeynep Nilgun Hacimahmutoglu, Kurşat Hamurcu û Yunus Aykin re civîn li dar xistin.

Bi heman mijarî:

YSKê biryara barkirina sindoqan da: Biryar bandorê li dengdêrên kurd dike
YSKê HDP û Partiya Saadetê hişyar kirin
Partiyekê ji bo ku namzedbûna Erdoganî were betalkirin serî li YSKê da
YSKê li ser namzedên serkomariyê biryara xwe ya dawî da
YSKê serlêdanê ji bo betalkirina namzetiya Demirtaş red kir
Etîketan:
AGIT, YSK, Sadi Guven, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de