01:17 18 Hezîran 2018
Mitînga HDP - DBP - KCD - KJA li Amedê

Çepgirê tirk: Gava çepê tirk piştgirî da kemalîzmê kurd ji wan veqetiyan

© Foto : DBP - HDP Navend
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Edîtorê Weşanxaneya Dipnotê ya li Tirkiyeyê Emir Ali Turkmen diyar kir ku fikra kemalîzmê bandoreke giran li ser çepgiriya tirk kir û ji ber vê yekê siyaseta kurd di salên 1970yî de ji wê çepgiriya tirk cuda bû. Turkmen derbirî ku pirsgirêka kurd, ji pirsgirêkeke çînî wêdetir, pirsgirêkeke neteweyî ye.

Edîtorê Weşanxaneya Dipnotê ya li Tirkiyeyê Emir Ali Turkmen, ku di heman demê de weşangerê pirtûka namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş a bi navê ‘Seher'ê ye, ji bo malpera Gazete Duvarê axivî û got, "Ji ber ku pirsgirêka kurd ji pirsgirêkeke çînî wêdetir, pirsgirêkeke neteweyî ye, me jî rabû kitêba bi navê "Kitêba Çepê Sosyalîstên Kurdistanê' weşand."

'JI BER KU ÇEPÊ TIRKIYEYÊ KET BI BANDORA KEMALÎZMÊ KURD JI WAN VEQETIYAN'

Turkmen anî ziman ku ji nîvê duyem ê salên 70yî şûnde kurd jî beşdarî maceraya perçebûna çepê Tirkiyeyê bûn û got, ji têkoşîna yekbûnê ya çepgiran dûr ketin û rêxistinên xwe damezirandin û xwestin daxwazên wan werin naskirin. Emir Ali Turkmen di vî warî de bal kişand ser rola kemalîzmê û got, "Di vê yekê de para kemalîzmê mezin e ku tenê bandor li rewşenbîrên tirk nekir, di heman demê de bandoreke hindik an mezin li ser piraniya tevgerên sosyalist ên Tirkiyeyê jî kir û di diyarkirina nêrîna wan a li hemberî pirsgirêka kurd de xwediyê payeke mezin e. Çepê Tirkiyeyê bi piranî piştgirî da projeya kemalîzmê ya modernîzekirin, navendîkirin û netewe-dewletê."

'KAYPAKKAYA JI WAN CUDATIR BÛ'

Emir Ali Turkmen destnîşan kir ku piraniya çepê Tirkiyeyê gava bi awayekî siyasî xwe nêzikî îdeolojiya kemalîzmê kir, xwestin ji bo xwe rêyeke rewatiyê bibînin û ji bo sosyalîstên kurd jî ev tişt anîn ziman, "Di vê serdemê de sosyalîstên kurd jî bi rêxistinên xwe li dijî îdeolojiya kemalîzmê ya ku hebûna kurdan înkar dike, rawestiyan û derbirîn ku divê çepê Tirkiyeyê ji bin bandora şovenîzmê rizgar bibe û bi vî awayî rêya xwe diyar kir."

Turkmen di heman demê de bal kişand ser ku tenê kesekî wekî Ibrahim Kaypakkaya di warê îdeolojiya kemalîzmê û pirsgirêka kurd de xwe ji piraniya çepê tirk cuda kir û bû xwediyê cihekî taybet: "Tenê Kaypakkaya rexneyên li dijî kemalîzmê xist nav bernameya partiya xwe."

 

Bi heman mijarî:

Perinçek: Pirsgirêka kurd bi çekê çareser dibe
Demirtaş ji bo gotina 'Obamayê kurd' got: Baş e ku ne Trumpê kurd im
Dr. Beşikçi: Kurd ji bo çepê tirk hemaltiyê dikin
Sedr: Hikûmeta nû ne ereb û ne jî wê kurd be
Komên kurdî li meclisa Brîtanyayê May û hikûmeta wê şermezar kirin: Kurd ne terorîst in
Etîketan:
çepgirê tirk, Edîtorê Weşanxaneya Dipnotê, Emir Ali Turkmen, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de