19:11 23 Hezîran 2018
mitînga HDPê

Komeke MHPê bi kêran xwestin êrişî namzedên HDPê bikin

© REUTERS / Sertac Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Di encama provekirina namzedê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), namzedên HDPê rastî lînçkirinê hatin.

Dema namzedên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kemal Bulbul, Deniz Yildirim, Erdal Gilgil û Meral Geylani li navçeya Elmali ya bajarê Antalyayê serdana esnafan dikirin, rastî namzedê MHPê Tumer Emeksiz hatin.

Li gorî nûçeya Mezopotamya Haberê, namzedên HDPê xwestin silav bidin namzedê MHPê Emeksiz, lê wî bi gotinên provokatîf bersiva da namzedên HDPê. Li ser vê di navbera namzedên HDPê û Emeksiz de nîqaş derket. Kesên li cem Emeksiz bi telefonên xwe bang li alîgirên partiyê kirin.

Li ser vê bangî komeke MHPê bi kêran hatin cihê bûyerê û heqaret li namzedên HDPê kirin û xwestin êrişî wan bikin.

Bi heman mijarî:

YSKê HDP û Partiya Saadetê hişyar kirin
HDP lîsteya parlamaneteran îro radestî YSKyê dike, gellek navên nû hene
Onder: HDP wê ji sedî 14ê dengan bistîne
Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
Etîketan:
provokasyon, êriş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de