22:19 18 Hezîran 2018
Leşkerên tirk li nav sînorên Herêma Kurdistanê - Çiyayên devera Bradostê

Tirkiye: 3 leşkerên me li Herêma Kurdistanê hatin kuştin

© Sputnik / Osman Başqalî
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) bi daxuyaniyeke ragihand ku 3 leşkerên wan di encama şerê bi endamên PKKê re de hatine kuştin.

Ev demeke dirêj e ku Artêşa Tirkiyeyê li nav axa Herêma Kurdistanê operasyonên leşkerî li hemberî endamên PKKê dabû destpêkirin. Serfermandariya Tirkiyeyê diyar kir ku di dema operasyonê de şer bi endamên PKKê re derketiye û di encama şer de jî 3 leşkerên wan hatine kuştin.

Herwiha Serfermandariya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku operasyonên leşkerî yên li herêmê berdewam bin.

Beriya niha jî navenda ragihandin û çapemeniya PKKê ragihandibû di encama du êrîşên cuda de, 11 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin û 2 endamên wan jî canê xwe ji dest dane.

Bi heman mijarî:

Hilbijartina pêşwext û têkiliya wan bi Efrîn û pêvajoya navbera PKK û Tirkiyeyê re?
PKK: Di şerê li Sêrtê de 7 endamên me hatin kuştin
PKK: Me li sê baregehên Tirkiyeyê yên li herêma Barzanê 5 leşkerên tirk kuştin
Dîroknasa ku gotibû ‘PKK ne rêxistineke terorî ye’ bi cizayê girtîgehê hat sizadan
Etîketan:
kuştin, leşker, PKK, Serfermandariya Tirkiyê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de