09:49 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş: Yekîtiya kurdan divê ji xeynî hilbijartinan jî pêk were

© AFP 2018 / JOHN THYS
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Namzedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş derbarê hilbijartinên 24ê Pûşberê de axivî û got, "Ti namzed bi tena serê xwe nagihêje ji %50î." Herwiha Demirtaş destnîşan kir ku yekîtiya kurdan divê bi tenê ne di hilbijartinan de be.

Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş bi rêya parêzerên xwe ve bersivên pirsên Rudawê dan. Demirtaş da zanîn ku hilbijartinên 24ê Pûşberê li gor hilbijartinên din bêtir bêedalet e. Demirtaş got: "Ti namzed di tûra ewil de ji %50î derbas nake, bêyî piştgiriya kurdên ku heta îro tune hatine hesabindin, ti namzed bisernakeve. Ji ber vê jî kurd di rola mifteya hilbijartinê de ne. Encamên vê hilbijartinê dê bikeve dîrokê, lê li gor hilbijartinên din bêdaletiya wê bêtir e."

'PIŞTGIRIYA GEL HER ROJ BO HDP ZÊDETIR DIBE'

Selahattin Demirtaş li ser derbaskirina bendê ya HDPê jî destnîşan kir ku HDP di sînorê bendê de ye lê her roj rêjeya dengên xwe ber bi jor ve radike, piştgiriya gel roj bi roj zêde dibe, HDP wê teqez bendê derbas bike. Namzedê HDPê derbarê tifaqa 5 partiyên kurd û HDPê de ku pêk nehat jî got, ez bi vê pir êşiyam, HDP divê teqez pêk bianiya û dev jê bernedaya. Demirtaş: "Yekîtiya kurdan ne ji bo hilbijartinan bi tenê, divê ji xeynî hilbijartinan di navbera me de tifaq pêk were. Hewceyê hemû partiyên me di helwestek bi fedakarane li ser vê mijarê bixebitin û bibin yek."

Bi heman mijarî:

Demirtaş peyam ji FOX TVyê re şand: Hûn çima gotinên min nadin?
Daxwaza ji bo Demirtaş beşdarî televîzyonê bibe, hat redkirin
Demirtaş ji bo gotina 'Obamayê kurd' got: Baş e ku ne Trumpê kurd im
Demirtaş derbarê hewildana tifaqa HDPê û partiyên Kurdistanî daxuyanî da
Etîketan:
namzed, hilbijartin, hdp, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de