00:41 18 Hezîran 2018
Polîs - binçavkirin

Li Sêrtê şûşeyên 4 hezar salî hatin bidestxistin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Ekîbên cendermeyan, li Sêrtê di lêgerîna malekê de 86 şûşeyên hêstiran ku xwedî dîroka 4 hezar salî ye bidestxistin. Ji bilî şûşeyan şehê zîv ên neqşandî, kember û hin amûrên dîrokî jî di nav de cendermeyan dest danî ser.

Walîtiya Sêrtê daxuyand ku li mala U.K de lêgerîn hat kirin û di encama lêgerînê de gelek amûrên tarîxî hatine bidestxistin. Hat ragihandin, li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di çarçoveya qanûna berhemên dîrokî de, di lêgerîna mala U.K de gelek berhemên tarîxî hatin dîtin.

Di daxuyaniya walîtiyê de hat gotin ku di encam lêgerînê de 86 şûşeyên hêstiran, 28 berhemên dîrokî, 3 şehên zîv ên neqişkirî, 2 kemberên zîv, 2 bazin û berhemên wekî din hatin bidestxistin. Derbarê mijarê de serdozgeriya Sêrtê derheqê gûmanbar de lêpirsîn da destpêkirin.

Etîketan:
şûşe, bazin, berhemên tarîxî, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de