13:30 23 Hezîran 2018
sûr-amed-hilbijartin

Hilbijêrên Sûrê ji bo hilbijartinan çi difikirin û çi dibêjin?

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 00

Navçeya Sûrê ya Amedê di pevçûnên sala 2015an de dest pê kir gelek zirarê dît û hê jî hinek taxên wê qedexe ne. Hinek taxên wê jî bi veguhestina bajarvaniyê hat xerabkirin. Gelo hilbijêrên Sûrê ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê çi difikirin û çi dibêjin? Ajansa Spûtnîk Kurdistan li kolanên Sûrê ev pirs ji welatiyan kir.

Ji hilbijartinên Tirkiyê ya 24ê Hezîranê re 24 roj ma. Hemû partî ji bo hilbijartinê xebatên xwe bi lez û bez dimeşînin. Li bajarên kurda jî hemû tevgerî hene. Partî xebatên xwe dimeşînin, gelo hilbijêr çi di fikirin û çi dibêjin?

Weke Ajansa Spûtnîk Kurdistan li navçeya Sûra Amedê ya ku hêj li hinek taxên wê qedexe heye û hinek taxên wê jî bi veguhestina bajarvaniyê hat xerabkirin me mijara hilbijartinê ji welatiyan pirs kir. Li Sûrê ji ber pevçûnên ku di sala 2015an dest pê kir koçberiyeke mezin çê bibû.

‘EW ÇIQAS ZEXTA BIKIN, DÊ XWEDÎDERKETIN ZÊDE BIBE'

Welatiyê bi navê Zeki Çelik ji bo hilbijartinan wiha dibêje "Di bernameyên partiyan de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tiştek li ber çav tune ye. Êdi me ev mirov baş nas kir. Fikrê me ne hatiye guhertin. Em ê di vê hilbijartinê de jî piştgirî bidin HDPê. Em qet HDPê bernadin. Namzetê HDPê di girtîgehê de xebatê hilbijartinê dimeşîne. Em ê jî piştgirî bidin wî. Hemû kes dizane ku ji bo HDP di bin bendava hilbijartinê de bimîne pir dixebitin. Ew çiqas zexta li

HDPê bikin dê xwedîderketin zêde bibe. HDPê dê bi ser bendavê keve. Bila baş bê zanîn ger HDP dibin bendavê de bimîne dê hemû partî winda bikin, ger HDP bi ser keve dê hemû partî bi ser kevin."

‘JI BO MI PÎVAN NASNAMEYA KURD E'

"Welatiya bi navê Emine dibêjê ‘Ez ji bo hilbijartinan dia dikim. Înşele aştî were. Dema ez biçim ser sindoqê dilê mi bêje kîja partî ez ê li gorî dilê xwe bidim. Ji bo dengdayînê bi taybetî ez nasnameya kurd ji bo xwe weke pîvan dibînim. Li gorî min dê HDPê bi serkeve."

‘HEQARETÊ LI HDPê DIKIN'

Welatiyê ku li ber sûra Amedê li benda fitarê ye wiha dibêje "ev hilbijartin ji bo kurda gelek girîng e. Tirk qiymeta kurda nizanin, divê êdi kurd qiymeta xwe zanibe. Dibêjin HDPê bi ser bendavê nakeve, li gorî min wê bi serkeve. Ji ber ku gelek neheqî li HDPê dikin ez ê jî deng bidim HDPê. Heqaretê li HDPê dikin. Heger heqaretê nakin ji bo çi aniha Demirtaş di girtîgehê de ye."

‘EZ KURD IM, EZ Ê DENG BIDIM KURDA'

Kalê bi navê Mazhar yê 70 salî jî wiha dibêje Ez 70 salî me. Heta niha mi bi sedan hilbijartin dîtin. Beriya her hilbijartinê partî ji bo gelek tişta soz dide, lê piştî hilbijartinê soza xwe naynin cih. Mi heta niha ne dît ku yek ji wan soza xwe bi cih anî ye, hemû derewan dikin. Ez kurd im û ez ê deng bidim kurda. Kurda jî dema buyerên Sûrê neheqî li me kir lê ez ê dîsa deng bidim. Heyfa Demirtaş ku aniha di zindanê de ye."

 

Bi heman mijarî:

PDKê bersiva Komela Îslamî da: Hilbijartin nehatine betalkirin
Ehmed Hacî Reşîd: Heger 10%ê dengan cuda bibin, divê hilbijartin dubare bibin
Li Kolombiyayê îro hilbijartin tên lidarxistin
‘Dibe ku li Tirkiyeyê carek din hilbijartin neyên lidarxistin'
Etîketan:
Sûra Amedê, amed, hilbijartin, amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de