13:30 23 Hezîran 2018
mitînga HDPê

HDPê 13 namzedên xwe guherandin

© REUTERS / Sertac Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (186)
0 0 0

Lijneya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ji 8 Partiyan namzediya 33 kesan ne pejirand. Li ser vê yekê partiyan li şûna kesên ku nehatine pejirandin namzedên nû nîşan dan.

YSKê ji 8 Partiyan namzediya 33 kesan ne pejirand. Li ser vê yekê partiyan li şûna kesên ku nehatine pejirandin namzedên nû nîşan dan. Li gorî wê yekê HDP 13 namzedên nû nîşan dan. Herwiha YSK xwest ku AKP 1, CHP 1, MHP 2, HUDA-PAR 1, Partiya Vatan 1, Saadet 3, Partiya IYI 6 namzedên xwe biguherîne.

HDP-Partiya Demokratîk a Gelan
© Sputnik / Osman Orsal
LI ŞÛNA BOTANÎ SAKIK Û LI ŞÛNA BALUKENÎ JÎ TIRYAKI WEKE NAMZED HAT NÎŞANDAN

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Edenê ji dêvla Ibrahîm Yakut, Eser Çapar; li Semsûrê li şûna Mehmet Selim Ozbek, Ismet Ardiç; li Agiriyê li şûna Talha Kaya, Abdullah Koç; li Erdexanê li şûna Yaşar Kaya, Ozturk Polat; li Bursayê li herêma yekem li şûna Zeki Soyuşan, Mehmet Zahir; li Çankiriyê li şûna Huseyin Yekta Erpolat, Dilan Çetin; Li Dîlokê li şûna Umut Boran, Mizgin Yaman; li herêma yekem a Stenbolê Kuvvet Ihsan Lordoglu, Alican Çagri; li Îzmîrê herêma yekem li şuna Hayri Etyemez, Kerem Ay; li Kocaeliyê li şuna Ferhat Demirelli, Necmettin Dogrul û li şuna Damla Bagci, Maşallah Beyret; li Meletiyê li şûna Sinan Ozturk, Yusuf Bozkuş; Li Batmanê li şûna Idris Baluken Mehmett Ruştu Tiryaki û li Manîsayê li şûna Lezgin Botan, Sirri Sakik weke namzed hatin nîşandan.

Ahmet Turk û Sirri Sakik
© AP Photo / Burhan Ozbilici
Hêjayî bibîrxistinê ye ku, ji ber ku dadgehê 16 sal û 8 meh cizayê Idri Baluken erê kiribû, YSKê serlêdana wî ne pejirandibû û ji lîsteya namzediyê hatibû derxistin.

Sirri Sakik demek beriya niha li ser nîşandana wî ya bo namzediyê axivîbû û ev tişt anîbûne zimên, "li ser daxwaza gel û partiya xwe, ez bûme namzed. Di vê hilbijartinê de dê li bajarên herêma Ege û Deryaya Spî ku berê me parlementerî bidest nexistibûn, surprîz çêbibin."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (186)

Bi heman mijarî:

Namzedê parlementeriyê yê xwendekar li qaxiza ezmûnê ji dêvla puanan ji mamoste deng xwest
Namzedê CHPê Înce: Navê wê meseleya Kurd e, cihê çareseriyê jî parlamento ye
Partiya Dawayê ya Nûrî El Malikî: Hişyar Zêbarî dikare bibe namzedê serokomariyê
'Endamê El Qaîdeyê ji AKPê bû namzedê parlamenteriyê'
Sînemakarê tirk Bariş Atay ji HDPê bû namzedê parlamenteriyê
Avakarê AKPê û wezîrê berê dê ji CHPê bibe namzedê parlamentariyê
‘Altan Tan ji Partiya Saadetê dibe namzedê parlamenteriyê'
Kîjan namzedê serokomariya Tirkiyeyê alîgirê kîjan tîma fitbolê ye?
Ahmet Şik: Ez namzedê HDPê me
Etîketan:
Namzedên HDPê, Hilbijartinên Tirkiyê, Namzed, Hilbijartin, Lezgin Botan, Sirri Sakik, Tirkiyeyê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de