23:08 21 Hezîran 2018
Tûrîstên Tirkiyeyê

Herî zêde rûsan serdana Tirkiyeyê kiriye

© Sputnik / Mihail Fomichev
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hejmara tûrîstên 4 mehên ewil ku hatine Tirkiyeyê, li gor 4 mehên ewil ên sala par ji %32.55 zêde bûye. Di meha nîsanê de jî hejmara tûrîstên serdana Tirkiyeyê kirin li gor sala par ji %28.27 zêde bûye. Herwiha di nav tûrîstên ku herî zêde hatine Tirkiyeyê tûrîstên rûs in.

Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê daneyên tûrîstên serdana Tirkiyeyê kirine eşkere kir. Wezaretê daxuyand, hejmara tûrîstên ku di 4 mehên ewil de hatine Tirkiyeyê, li gor 4 mehên ewil ên sala par zêde bûye û derketiye ji %32.55an.

Di meha nîsanê de jî bi rêjeya 28.27an ve 655 hezar û 561 kesan serdana Tirkiyeyê kiriye. Bi tevahî jî ji meha Rêbendanê heta Nîsanê 7 mîlyon û 783 hezar û 967 kesan hatine Tirkiyeyê û piraniya wan tûrîstan jî rûs in.

Bi heman mijarî:

Herî zêde turîst ji Rûsyayê çûne Tirkiyeyê
Wesayîta ku turîst têde bûn qeza kir: 2 jê tirk 18 kes birîndar bûn
Balafira ku turîst têde bûn ket: 11 mirî
Etîketan:
rûs, plaj, tûrîst, Wezareta Çand û Tûrîzmê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de