01:22 18 Hezîran 2018
AKP - AKPê

'Li gor 1ê Mijdarê rêjeya dengê AKPê ketiye'

© AFP 2018 /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku AKPê ji bo hilbijartina 24ê Pûşberê anketek lidarxistiye û li gor encamên aketê rêjeya dengê partiyê li gor hilbijartina 1ê Mijdarê paş de ketine.

Li gor nûçeya Rojnameya Cumhuriyetê ku ji Tirkiyeyê weşanê dike, AKPê di hilbijartina 7ê Pûşberê de bi rêjeya ji %41 dengan ve 258 parlamenter derxistibû û bi tena serê hikumet ava nekiribû, di hilbijartina 1ê Mijdarê de jî ji 550 parlamanteran 317 bidest xistibû û desthilatdarî cardin bidestxistibû. Herwiha li gor anketa ku partiya ji bo hilbijartinên 24ê Pûşberê lidarxist de rêje li gor encamên 1ê Mijdarê ketiye ji %46an û serdestiya parlamentoyê ji dest berdide.

Ji ber ku partiyên din di navbera xwe de tifaq ava kirin, benda ji %10î jî rabû, MHP û Partiya IYIyê heke bendê derbas nekin jî bi saya tifaqê dê parlamenteran bikaribin derxînin. Ji aliyê din ve jî di derbaskirina bendê ya HDPê de AKP ji 600 parlamenteran herî zêde 320an dikare bidest bixe. Hejmara parlamenterên tifaq cumhur bi vî awayî bo guherîna Destûra Bingehîn têrê nake.

Bi heman mijarî:

Firat: AKP bi partiyên faşîst re tifaq kiriye û dimeşe
‘AKP, Gul û Davutoglu bi sûcdariya FETOyê tirsandin'
Gezici: AKP-MHP li parlamentoyê piraniyê bi dest naxe
Demirtaş: AKP piştgiriya xwe wenda dike û mirov ji AKPê aciz bûne
Etîketan:
meclîs, parlamenter, hilbijartin, Cumhuriyet, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de