01:27 18 Hezîran 2018
Serokê Komê CHPê Engin Ozkoç

CHP: Tekane daxwaza me dabînkirina ewlehiya hilbijartinê ye, ne paşxistina hilbijartinê

© Foto : Parlementoya Tirkiyê (TBMM)
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)
0 0 0

Serokê Komê CHPê Engin Ozkoç ragihand ku ew naxwazin hilbijartin bêne betal kirin lê ji bo ku hilbijartineke bi ewle pêk were serî li Destûra Bilind (AYM) dane. Ozkoç got, "Tekane daxwaza me dabînkirina ewlehiya hilbijartinê ye, ne paşxistina hilbijartinê."

Serokê koma Partiya Komariya Gel (CHP) Ozkoç duhî li parlementoyê civîneke rojnamevaniyê lidarxist û got:

"Ji bo ku em hilbijartineke bi ewle daxwaz dikin me serî li AYMê da. Em qet naxwazin ku hilbijartin werin paşxistin. Ji biryarên ku werin stendin tekane daxwaza me heye: Dabînkirina ewlehiya hilbijartinê. Li dijî sepanên ku ewlehiya hilbijartinê têk dibin, tevdîrên bistînin. Em dê li dijî sepanên wan derkevin pêşberî gelê xwe û têbikoşin. Ger bi tenê ewlehiya hilbijartinê nexine xetereyê, kafî ye. Em daxwaza vesazkirinên destûrî dikin. Dibe ku hilbijartinan bi paş bixin. Ger bibêjin ‘em dê 3-4 meh bi şûn dê bikin' dikarin biryara paşxistinê jî wergirin."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)

Bi heman mijarî:

CHP: Di tûra duyem a hilbijartinan de li hemberî Erdogan kî hebe em dê piştgiriya wî bikin
Lîsteya CHP ya namzetên parlementeriyê diyar bû
CHP ji sê milan dadikeve sehayê
CHP roja înê namzedê xwe diyar dike
Gul: CHP û Partiya Saadetê bêyî IYI Partiyê namzediyê diaxivin
Etîketan:
Ewlehiya Hilbijartinê, Serokê Komê CHPê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de