20:25 20 Hezîran 2018
Halkbank

Kesê ku gotibû ‘Amerîkayê ji Halkbankê re ceza biriye' hat girtin

© AFP 2018 / OZAN KOSE
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Kesekî ku li ser hisabê xwe yê medya civakî agahiya ku ‘Amerîkayê ji Halkbankê re ceza birîye' parve kir ji aliyê dozgeriyê ve hat girtin.

Serdozgeriya Komarî ya Anadoluya Stenbolê li ser giliyê parêzerê Halkbankê derheqê îdîayên ku li ser medyaya civakî hatibûn parvekirin de li Enqereyê biryara girtina kesekî deranîn.

Amerîkayê ji ber sûcê îxlala mûeyîdeyên Îranê 32 meh cezayê girtîgehê li rêvebirê Halkbankê Mehmet Hakan Atilla birîbû. Daneşîna doza cezayê di 16ê Gulanê de hatibû dîtin û sektora bankevan a Tirkiyeyê bi fikar e ku Amerîka ji ber îxlala mûeyîdeyên Îranê cezayê pere jî ji Halkbankê re bibire.

Kesê ku hat girtin li ser medyaya civakî ragihandibû ku Amerîkayê 49 milyar dolar ceza ji Halkbankê re biriye û rêvebirê bankayê jî ev îdîa derewandibûn. Herwiha Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek jî gotibû ‘Derheqê Halkbankê de tu biryarek tuneye agahiyên ku 49 milyar dolar ceza hatiye birîn derew in."

Bi heman mijarî:

Rêveberê Halkbankê ji 5 sûcan hat cezakirin
Axaftina Sarraf û Cîgirê Midûrê Halkbankê di dosyeya FBIyê de ye
Piştî girtina Cîgirê Midûrê Giştî yê Halkbankê li Amerîkayê dolar zêde dibe
Paya dewletê ya THYê û Halkbankê wê dewrê Fona Hebûnê were kirin
Etîketan:
Halkbank, Mehmet Hakan Atilla, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de