03:27 18 Hezîran 2018
Muharrem İnce

Muharrem Înce: Em û kurdan ne goşt û neynûk in, canek in

© REUTERS / Osman Orsal
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Namzedê Serokomariya Tirkiyeyê di hilbijartinên 24ê Hezîranê de ji CHPê Muharrem Înce ragihand ku heger ew bê hilbijartin ew dê 4 milyon penaberên Sûriyeyê vegerîne malên wan. Înce li ser mijara kurdan jî got, 'Em ne goşt û neynûk in, dil bi dilê hev in. Em canek in."

Muharrem Înce beşdarî bernameya televizyona Haberturkê bû û li ser projeyên xwe bersiva pirsa rojnamevanan da.

‘DIVÊ YEKPARÇEYIYA SÛRIYEYÊ TEQEZ BÊ PARASTIN'

Înce di bernameyê de li ser siyaseta xwe ya bo Sûriyeyê got, "Heger bêm hilbijartin, em ê balyozekî bişînin Sûriyeyê. Dixwazim bibêjim ku armanca me ya yekem ew e ku em ê 4 milyon penaberên Sûriyeyê bi awayekî aştiyane vegerînin malên wan. Divê yekparçeyiya Sûriyeyê teqez bê parastin. Pêwîstiya Sûriyeyê bi destûreke bingehîn a nû heye."

‘HILBIJÊREKÎ DI GUHÊ MIN DE GOT, ERDOGAN WESTIYAYE'

Namzedê CHPê yê Serokomariyê Înce, li ser rewşa Tirkiyeyê ya heyî jî diyar kir, "Em bûne civakekê tirsê. Însan nikarin dengê xwe bikin. Çûm cihekî, kesekî xwe da ber guhê min û got, ez bêjim dengê xwe didim te, tê bawer bikî? Min go, bi rastî çima? Ji bo Erdogan got, ‘westiyaye'.

'EM Û KURDAN YEK CANEK IN'

Înce ji bo kurdan jî got, "Em û kurdan ne wek goşt û neynûkê ne, kî goşt kî neynûk e? Neynûk hûn dizanin tê jêkirin. (Kurd goşt û hestî dibêjin) Lê em dil bi dilê hev in. Di bedenekê de canek in."

Bi heman mijarî:

Êrîşa Belçîkayê DAIŞê li xwe girt
Pervîn Buldan ji bo çi li ser pirsa piştgiriya Akşener bo tûra duyem xemgîn bû?
Nûnerê Amerîkayê terka civîna Cenevreyê da
Rûsya: Mîzansena ‘kuştina Babçenko’ provokasyon e
Demirtaş peyam ji FOX TVyê re şand: Hûn çima gotinên min nadin?
Koçberên kurd naxwazin bi ereban re di heman kampan de bimînin
Amerîkayê sizayên nû li ser Îranê sepandin
Etîketan:
Muharrem Ince, CHP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de