03:06 18 Hezîran 2018
Hefteya 674an a Dayikên Şemiyê li Meydana Galatasaray - Hevseroka HDPê Pervîn Buldan

Pervîn Buldan ji bo çi li ser pirsa piştgiriya Akşener bo tûra duyem xemgîn bû?

© Foto : Navenda Giştî ya HDPê
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan ku digel hevserokê din ê partiyê Sezaî Temellî li şûna namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattîn Demirtaş beşdarî bernameya FOX TVyê bû, li ser pirseke Fatîh Portakal pir xemgîn bû.

Birêveberê bernameyê Fatîh Portakal ji Pervîn Buldan pirsa ‘Heger Meral Akşener (Seroka IYI Partiyê) di hilbijartinên serokomariyê de derbasî tûra diduyan bibe, wê helwesta we çi be?' bîstekî matmayî ma û sekinî.

'AKŞENER DI KABÎNEYA ÇÎLER DE BÛ'

Xemgîniya Pervîn Buldan ji rûyê wê diyar bû û heyama kuştina hevjînê xwe Savaş Buldan bi bîr anî û got, "Wê demê Akşener di kabîneya hikûmetê de bû. Bi taybet ev ji bo min pir zehmet tê. Ez beriya bibim parlamentar yek ji dayikên şemiyê bûm."

Buldan wiha axivî: "Hevjînê min bi awayekî kujer nediyar hat kuştin. Salên 90î heyameke gelekî tarî bû. Akşener di wê demê de di kabîneyê de bû. Heke Akşener bimîne tûra diduyan em ê ji gelê xwe bipirsin. Gelê me çi bibêje em ê wê bikin."

'SAVAŞ BULDAN PIŞTÎ HATIBÛ REVANDIN KUŞTÎ HATIBÛ DÎTIN'

Savaş Buldan 2yê Hezîrana 1994an piştî ku ji aliyên kesên bi nasnameyên polîsan ve hatibû revandin, bi gule û îşkenceyê tevî hevalên xwe Adnan Yildirim û Haci Karay hatibû kuştin. Termê wan 4ê Hezîrana 1994an li kêleka rûbara Melen a bajarê Boluyê hatibû dîtin ku piştî belavkirina lîsteyeke alîgirên PKKê hatibû îdiakirin ku bi fermana hikûmeta Tansu Çîlerê hatine kuştin.

Bi heman mijarî:

Nûnerê Amerîkayê terka civîna Cenevreyê da
Rûsya: Mîzansena ‘kuştina Babçenko’ provokasyon e
Demirtaş peyam ji FOX TVyê re şand: Hûn çima gotinên min nadin?
Koçberên kurd naxwazin bi ereban re di heman kampan de bimînin
Amerîkayê sizayên nû li ser Îranê sepandin
'Di rapora NATO PAyê de gotina 'PYD/YPG baskê PKKê yê li Sûriyeyê ye' cih girt'
MGK: Divê dewletên piştgiriya rêxistinên terorê dikin li gor hiqûqa navnetewî tevbigerin
Etîketan:
FOXTV, Pervin Buldan, Meral Akşener, HDP
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de