09:09 18 Hezîran 2018
HDPê namzedên xwe yên Amedê da nasandin

Demirtaş peyam ji FOX TVyê re şand: Hûn çima gotinên min nadin?

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li şûna namzedê xwe yê serokomariyê Selahattîn Demirtaş beşdarî bernameya FOX TV ya Tirkiyeyê bûn.

Di bernameyê de pirsên ku ji girtîgeha Edirneyê ji Demirtaş hatibûn pirsîn jî hatin xwendin.

Demirtaş di bersiva xwe ya benda hilbijartinê ya li ber HDPê got, "Em bawer dikin ku em ê bi qasî piştgiriya kurdan piştgiriya gelê tirk jî bistînin. Kurd û tirk her dengdêr xwedî aqil, wijdan û ehleqekî ne. Dê bi awayekî azad biryara xwe bidin. Em ê hemû hurmetê li vê biryarê bigirin."

DEMIRTAŞ: BAŞIYA TIRKIYÊ BAŞIYA ME HEMÛYAN E

Demirtaş herwiha diyar kir, "Ev der mal û welatê me yê hevpar e. Başiya Tirkiyê başiya me hemûyan e. Em jî xwediyê vî welatî ne û ji her bosta wê hez dikin. Em hemû reng, ziman, û baweriyan wekî hemwelatiyên wekhev dibînin."

'DERBASKIRINA BENDA HILBIJARTINÊ XEBATÊN ME DIYAR DIKE'

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî li ser pirsa benda hilbijartinê da zanîn ku bi tifaqan xwestine wan li derveyî parlamentoyê bihêlin, lê ew bi gelê xwe bawer in û dê piştî xebatên wan diyar bibe, bê bendê derbas dikin yan nakin.

'EM NE TIRKÇÎ NE, NE JÎ KURDÇÎ NE'

Buldan herwiha got, "Em ji her deverên Tirkiyeyê kêm zêde deng distînin. Ya ku em kirine partiyeke Tirkiyeyî dîyaloga me ya bi hemû beşên civakê re ye. Divê Tirkiyeyîbûn û ‘tirkçîtî' neyê tevlîhevkirin. Em ne tirkçî ne, ne jî kurdçî ne."

DEMIRTAŞ REXNE LI BERNAMEYÊ GIRT: HÛN GOTINÊN MIN NADIN

Hêjayî gotinê ye Demirtaş bi rêya parêzerên xwe ji bernameyê re peyam şand û rexne li FOX TVyê girt ku gotinên wî parçe parçe û kurt didin. Li ser vê birêveberê bernameyê Fatîh Portakal got ku 5 rûpel bersiv hatine û ew nikarin hemûyan bixwînin, lewma jî hinek beşan tînin ser ekranê.

Bi heman mijarî:

Koçberên kurd naxwazin bi ereban re di heman kampan de bimînin
Amerîkayê sizayên nû li ser Îranê sepandin
'Di rapora NATO PAyê de gotina 'PYD/YPG baskê PKKê yê li Sûriyeyê ye' cih girt'
MGK: Divê dewletên piştgiriya rêxistinên terorê dikin li gor hiqûqa navnetewî tevbigerin
Li Hewlêrê melayek bi kêran hat kuştin
Daxwaza ji bo Demirtaş beşdarî televîzyonê bibe, hat redkirin
PDK: Em betalkirina encamên hilbijartinê qebûl nakin
Etîketan:
Temelli, Buldan, FOX TV, Demirtaş, HDP, Hilbijartin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de