22:14 18 Hezîran 2018
YPG

'Di rapora NATO PAyê de gotina 'PYD/YPG baskê PKKê yê li Sûriyeyê ye' cih girt'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Tirkiye
Lînkê kurt
0 05

Parlamenterê AKPê Ahmet Berat Çonkar parast ku ev cara pêşîn e di raporeke Asambleya Parlamenteran a NATOyê de PYD/YPG bi awayekî eşkere wekî ‘baskê PKKê yê Sûriyeyê’ cih girtiye û got, ger di rapora LÎjneya Giştî ya Payîzê de jî bi vî awayî were qebûlkirin, wê were piştrastkirin ku PYD/YPG û PKK heman rêxistin in.

Delegasyonê Tirkiyeyê yê Asambleya Parlamenteran a NATOyê û Parlamenterê AKPê Ahmet Berat Çonkar li ser Lijneya Giştî ya Biharê ya Asambleya Parlamenteran a NATOyê daxuyanî dan. Çonkar anî ziman ku wan pêk aniye ku di raporeke Asambleya Parlamenteran a NATOyê de PYD/YPG bi awayekî eşkere wekî ‘baskê PKKê yê Sûriyeyê' cih bigire. Parlamenterê AKPê destnîşan kir ku hinek parlamenterên di Asambleya Parlamenteran a NATOyê de ev daxwaz red kiriye.

'HINEK ENDAM LI DIJÎ DAXWAZA ME DERKETIN'

Delegasyonê tirk ragihand ku civîna Lijneya Giştî ya Asambleya Parlamenteran a NATOyê di 25-28ê Gulana 2018a de hat lidarxistin û derbirî ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî beşdarî wê civînê bûye. Parlamenterê AKPê got, "Di civînê de ji aliyê ve ji bo mixatabên di civînê de hat bibîrxistin ku PYD/YPG baskê PKKê yê li Sûriyeyê ye û me derbirî ku divê ev yek teqez di rapora NATO PAyê de jî cih bigire. Hinek parlamenter jî li dijî vê yekê derketine."

'GER RAPOR WISA WERE QEBÛLKIRIN, WÊ WERE PIŞTRASTKIRIN KU PYD/YPG Û PKK HEMAN RÊXISTIN IN'

Çonkar parast ku li beramberî îtirazên van parlamenteran jî daxwaza me ji xeynî endamekî Asambleya Parlamenteran a NATOyê, piraniya endaman ev daxwaza mafdar dîtin û piştgirî danê. Nûnerê tirk destnîşan kir ku ger ev raporê Lijneya Giştî ya Biharê ya Asambleya Parlamenteran a NATOyê di Lijneya Giştî ya Payizê de jî bi heman awayî were qebûlkirin, wê were piştrastkirin ku PYD/YPG û PKK heman rêxistin in.

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiye PYD/YPGê wekî 'baskê PKKê yê Sûriyeyê' qebûl dike û hewl dide bi civaka navdewletî jî bide qebûlkirin ku ew heman rêxistin in. Lê PYD/YPG ji aliyê welatên NATOyê ve wekî 'baskê PKKê' nayê qebûlkirin û ew welat li Sûriyeyê di bin navê hevpeymaniya li dijî DAIŞê hevkarî û piştgiriya YPGê dikin.

Bi heman mijarî:

'Bi Mike Pompeo re em ê vekşîna YPGê eşkere bikin'
Twitterê vîdeoyeke YPGê li Tirkiyeyê asteng kir
Şervanên YPGê berê xwe didin herêmeke din
Di navbera YPGê û ASAyê de şer derket
Etîketan:
Delegasyonê Tirkiyeyê yê NATO PAyê, PKK, YPG, Ahmet Berat Çonkar, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de