19:09 23 Hezîran 2018
Civîna Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê(MGK)

MGK: Divê dewletên piştgiriya rêxistinên terorê dikin li gor hiqûqa navnetewî tevbigerin

© Foto : Cumhurbaşkanlığı / Yasin Bülbül
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Piştî civîna Lijneya Ewlekariya Milî ya Tirkiyeyê (MGK) ku seroktiya Serokomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan civiya daxuyaniyek hat belavkirin.

Hat ragihandin ku di civîna ku 3 saet û 15 deqeyan dom kiriye de, mijarên li ser ewlekariya hilbijartinê, têkoşîna dijî terorê û pêşhatên li Sûriyeyê hatine nirxandin.

Di daxuyaniya MGKê de hat diyarkirin ku ji bo birêveçûna hilbijartinên 24ê Hezîranê û dabînkirina aramî û ewlekariyê bergiriyên hatine girtin hatine gotûbêjkirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin, "Pêwîst e dewletên veşarî û eşkere piştgiriyê didin rêxistinên terorî yên proje li gor hiqûqa navnetewî tevbigerin.

Etîketan:
MGK, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de