13:31 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Daxwaza ji bo Demirtaş beşdarî televîzyonê bibe, hat redkirin

© AFP 2018 / JOHN THYS
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

HDPê li ser navê namzedê xwe yê serokomariyê Selahattin Demirtaş serî li Saziya Bilind a Hilbijartinan (YSK) dabû ku bila bi qasî 10 deqîqeyan beşdarî bernameya televîzyona Fox Tvyê bibe. Hat ragihandin ku daxwaz ji aliyê YSKê ve bi hinceta ‘ev erka Wezareta Dadê ye’ hat redkirin.

HDPê li ser navê namzedê xwe yê serokomariyê Selahattin Demirtaş serî li Saziya Bilind a Hilbijartinan (YSK) dabû ku bila bi qasî 10 deqîqeyan beşdarî bernameya bi navê ‘Serok Li Ser Foxê ne' ya televîzyona Fox Tvyê bibe. Lê hat ragihandin ku ev daxwaza HDPê ji aliyê YSKê ve bi hinceta ‘ev erka Wezareta Dadê ye' hat redkirin.

'GIRTINA DEMIRTAŞ NABE HINCET'

Hat gotin ku Serokwekîlê YSKê Erhan Çiftçi û Endamê YSKê yunus Aykin li dijî biryara redkirinê derketiye û bal kişand ser Yasaya Partiyên Siyasî û gotin, mafê propagandayê yê ji bo namzedên din tên dayîn, divê ji bo Demirtaş jî were dayîn. Her du endaman anî ziman ku bi qasî derfetên girtîgehê rê didin, divê mafê propagandayê ji bo Demirtaş jî were dayîn û diyar kir ku ji ber girtîna wî nabe hincet ew beşdarî biryara redkirinê ya YSKê nabin.

YSK: ERKA BIRYARÊ WEZARETA DADÊ YE

Saziya Bilind a Hilbijartinan (YSK) daxwaza HDPê ya ji bo beşdarbûna Demirtaş a bernameyê bi hinceta ‘ev erka Wezareta Dadê ye' red kir û got, saziya ku dê nirxandina li ser daxwaza ji bo Demirtaş beşdarî bernameyê bike, Wezareta Dadê ye û loma jî YSK daxwazên hewldanên ji bo vê yekê red dike.

Ji aliyê din ve piştî biryara YSKê amadekarê bernameyê Fatih Portakal li ser hisabê xwe yê Twitterê got, "#SelahattinDemirtaşê ku di girtîgehê de kampanyaya xwe ya hilbijartinê dimeşîne, bi awayekî niviskî bersiva pirsên me da. Ew bersiv êvarî di saet 8a de di #LiderFox'ta de ye. Mixabin rewşeke ecêb e, ji ber tunebûna wî hevserok dê bersivan bidin."

​Navenda HDPê jî li ser hisabê xwe yê Twitterê anî ziman ku piştî demeke dirêj hevserokên wan dê li ser ekranên televîzyonekê be û got, "Buldan û Temelli vê êvarê di 20:00a de li ser @FOXTurkiyeyê ye. Temaşe bikin, bidin temaşekirin."

Bi heman mijarî:

Demirtaş ji bo gotina 'Obamayê kurd' got: Baş e ku ne Trumpê kurd im
Demirtaş derbarê hewildana tifaqa HDPê û partiyên Kurdistanî daxuyanî da
Demirtaş: Xweda Bahçeli efû bike, hindik ma ew û Erdogan şer bikin
Ji bo Demirtaş strana kurdî çêkirin: Zîlan ez im, Mezlûm ez im, Silhedîn ez im!
Etîketan:
Namzedê serokomariyê yê HDPê, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de