04:23 22 Hezîran 2018
Muharrem Ince

Ince: Heta teror neyê qedandin, çareseriya pirsgirêka kurd zehmet e

© REUTERS / Osman Orsal
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Ince derbarê pirsgirêka kurd de parast ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê planeke wî ya xebatê heye û got, "Ev pirsgirêk bi demokrasi û azadiyê re eleqeder e."

Namzedê serokomariyê yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Muharrem Ince derbarê hilbijartinên 24ê Hezîanê yên li Tirkiyeyê û xebatên xwe de ji bo Sputnikê axivî. Ince di axaftina xwe de behsa xurtkirina peywendiyên Tirkiye û Rûsyayê kir û ev tişt gotin:

‘RÛSYA BI SALAN E DOSTÊ ME YE'

"Em ê hemû projeyên ku Tirkiyeyê bi welatên din re îmze kiriye, bidomînin. Rûsya bi salan e dostê me ye. Tirkiye jî Rûsya jî girêdayî prensîbên rastiyê ne û rêzê ji van prensîban re digirin. Ji bo ku piştî Şerê Sar endamtiya me ya NATOyê bandoreke nerênî li ser peywendiyên me yên bi Rûsyayê re neke, divê me wisa bikira."

‘ÇARESERIYA KÊŞEYA SÛRIYEYÊ BI HEVKARIYA RÛSYAYÊ HÊSANTIR E'

Namzedê serokomariyê yê CHPê Ince anî ziman ku ger di warê peywendiyên ligel Rûsyayê de paşve gav werin avêtin wê bibe sedema encamên nerênî û got, ger ew di hilbijartinan de bi ser keve, ew ê peywendiyên bi Moskowê re xurt bike û qada leşkerî û aborî jî di nav de, ew ê hemû peymanên bi Rûsyayê re danîne bidomîne. Ince herwisa destnîşan kir ku kêşeya Sûriyeyê bi hevkariya Rûsyayê wê hêsantir çareser bibe.

‘EZ Ê BALYOZEKÎ BIŞÎNIM SÛRIYEYÊ'

Ince di axaftina xwe piştgirî da kirîna pergalên parastina hewayî yên S-400î û got, biryara kirîna van pergalên nabe ku were nîqaşkirin û divê dev ji vê biryarê neyê berdan. Namzedê CHPê herwisa polîtîkayên Amerîkayê li hemberî Îranê jî rexne kir û got, ew polîtîka şaş in. Ince derbirî ku ew mijara endamtiya NATOyê ya Tirkiyeyê qet nakin mijara axaftinê û ji bo kêşeya Sûriyeyê jî ragihand ku ger ew bibe serokomar, ew ê balyozekî bişîne Sûriyeyê.

‘HETA TEROR NEYÊ QEDANDIN ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD ZEHMET E'

Ince behsa pirsgirêka kurd jî kir û got, "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd planekî min ê xebatê heye. Ji ber ku çareserî têk çûye û teror heye. Heta ku teror neyê qedandin, biencamkirina çareseriyê ya vê pirsgirêkê zehmet e. Ev pirsgirêk bi demokrasi û azadiyê re eleqeder e. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêka navxweyî li pêş Tirkiyeyê ti astengî tune ye."

Bi heman mijarî:

Ince: TUIK agahiyên şaş dide, divê hesap jê bê pirsîn
Muharrem Ince: Ez ê bi Esad re hevdîtinê pêk bînim
Ince: 'Ji bo ku Erdogan di referandumê de bi ser bikeve Demirtaş hat girtin'
'Ince ji ber lîsteyên parlamenteriyê mitîngên xwe betal kirin'
Etîketan:
pirsgirêka kurd, Namzedê serokomariyê yê CHPê, Muharrem Ince, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de