09:08 18 Hezîran 2018
cenaze

‘Ji dêl cenazeyê birayê min hestiyên kûçikan dan min’

© Foto : twitter
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Malbata Levon Ekmekçiyanê endamê ASALAyê di sala 1983an de li Tirkiyeyê hatibû îdamkirin du sal berê daxwaza cenazeyê kurê xwe kirin. Hat ragihandin ku li ser daxwaza malbatê Tirkiye hestiyên kûçikan û kesên din radestî malbatê kir.

Levon Ekmekçiyan di sala 1982an de li balefirgeha Esenbogayê ya Enqerê, di şerê li dijî bi polîsan de birîndar hatibû desteserkirin û bi endamtiya rêxistina ermenî ya bi navê ASALAyê hatibû darizandin. Di encama darizandinê de cezayê idamê girt û di sala 1983an de hat idamkirin û li goristana xiristiyanan a Cebeci ya Enqereyê hatibû binaxkirin.

Piştê 30 salan malbata Emekçiyan ku vê gav li Fransayê dimînin ji Tirkiyeyê bi rêya dadgehê daxwaziya cinazeyê Levon kirin. Malbata Lavonî serî Komeleya Mafên Mirovan (İHD) xist û bi alikariya parêzer Eren Keskin ji Wezareta Karên Hundir daxwaza cenaze kirin. Piştê pêvajoyekê ku du salan ber xwe da, biryar hat dayîn ku cenaze wî radestê malbatê bê kirin.

Birayê Lavon, Dro Ekmekçiyan di derbarê bûyerê de ragihand ku "piştê du salan rayedarên tirk di torbeyekî de hinek hestî dan me û gotin ev hestiyên Lavon Ekmekçiyan in, lê dûre me dît ku hestiyên dane me hestiyên kûçikan e û kesên din in."

Parêzera Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskin jî piştrast kir ku li şûna hestiyên Lavon Ekmekçiyan, hestiyên kûçikan û kesên din radestî malbatê hatine kirin.

Bi heman mijarî:

Cîgirê wezîrê ermenî jî tev li xwepêşandanan bû
Cimaetên Ermenî û Cihûyan piştgirî da êrîşa artêşa tirk a li dijî Efrînê
Paylan: Dê sûîkast li Elewî, Ermenî û muxalifên ku çûne Ewropa werin kirin
Balyozê Ermenî: Em hê dijîn, qirkirin bi ser neket
Etîketan:
emekçiya, ermeni, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de