20:26 20 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş ji bo gotina 'Obamayê kurd' got: Baş e ku ne Trumpê kurd im

© AFP 2018 / Ozan Köse
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş li ser pirsa, "Hûn di medyaya welatên rovajayî de wekî Obamayê kurd tên binavkirin" got, "Baş e ku ez wekî Trumpê kurd nayêm binavkirin." Demirtaş herwisa got, girtîbûna wî zirarê dide rewatiya hilbijartinan.

Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş bi rêya parêzerên xwe bersiva pirsên The Nationalê da. Demirtaş li ser gotinên, ‘ger AKP di hilbijartinan de wenda bike, Serokomar Erdogan dibe careke biryara hilbijartinan bigire' jî got, "Ev welat ne ji aliyê aborî, ne ji aliyê siyasî ne jî ji aliyê civakî ve, nikare ji bin barê hilbijartineke din derkeve."

‘GIRTINA MIN ZIRARÊ DIDE REWATIYA HILBIJARTINAN'

Selahattin Demirtaş derbirî ku girtîbûna wî zirarê dide rewatiya hilbijartinan û ji bo namzedên din ên serokomariyê ev tişt gotin, "Ez dixwazim vê bipirsim, bi vê rewşa xwe hûn kî bi ser dikevin, bila bi ser kevin, hûn ê bi dilekî rihet li ser wê kursiyê rûnin. Ji ber ku gava ev pêşbirk berdewam dike, her roja ku ez di girtîgehê de me, zirarê dide hilbijartinan, ango dide rewatiya kesê dê were hilbijartin."

‘ALIYÊ KU HERÎ ZÊDE ZIRAR DÎTIYE KURD IN'

Demirtaş bal kişand ser ku li beramberî van şert û mercan jî HDP dîsa ‘aktorê sereke ye' û got, "Piştî hewldana derbeyê fişara li ser mixalîfên AKPê zêbe bûye. Aliyê ku herî zêde zirar ji rewaş îro, ji birîndarbûna demokrasiya Tirkiyeyê dîtiye, kurd in. Ji aliyê din ve qada siyasetê tenê ne ji bo kurdan, ji aliyên din ên ku wekî AKPê nafikirin jî teng bûye."

Demirtaş li ser pirsa, "Hûn di medyaya welatên rovajayî de wekî Obamayê kurd tên binavkirin" got, "Baş e ku ez wekî Trumpê kurd nayêm binavkirin."

Bi heman mijarî:

Demirtaş derbarê hewildana tifaqa HDPê û partiyên Kurdistanî daxuyanî da
Demirtaş: Xweda Bahçeli efû bike, hindik ma ew û Erdogan şer bikin
Ji bo Demirtaş strana kurdî çêkirin: Zîlan ez im, Mezlûm ez im, Silhedîn ez im!
Demirtaş: Em ê benda hilbijartinê derbas bikin
HDPê daxwaz kir Demirtaş bikare bi telefonê beşdarî bernameyeke televizyonekê bibe
HDPê bo berdana Demirtaş gavek din avêt
Etîketan:
Namzedê serokomariyê yê HDPê, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de