09:49 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş derbarê hewildana tifaqa HDPê û partiyên Kurdistanî daxuyanî da

© Foto : HDP
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (183)
0 20

Namzedê HDPê yê serokomariya Tirkiyê, Demirtaşî li ser rewşa xwe ya li girtîgehê û pêvajoya hilbijartina serokomariyê û xebatên xwe yên li ser kurdî axivî. Demirtaş, "tu namzedek bi serê xwe nikare 50 ji sedê dengan dest bixe û mifteya serkeftina hilbijartinan di destê kurdan de ye."

Namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê serokomariya Tirkiyeyê, Selahattin Demirtaş pirsên Maşallah Dekak ê Rûdawê bersivandin.

‘YEKÎTIYA KURDAN NE TENÊ JI BO HILBIJARTINAN, JI BO AZADIYA GELÊ ME Û MAFÊN WÊ JÎ PÊDIVIYEKE MEZIN E Û ZARÛRÎ YE'

Demirtaş derbarê hewldanên tifaqa ‘Partiyên Kurdistanî' û HDPê de jî nêrînên xwe vegot û ev peyam da: "Bi rastî jî ez pir xemgîn bûm. Divabû HDP teqez ev yekitiyê pêk bianiya. Lê divê em dev ji vê xebatê bernedin. Yekitiya kurdan ne tenê ji bo hilbijartinan, ji bo azadiya gelê me û mafên wê jî pêdiviyeke mezin e û zarûrî ye. Hemû partiyên me jî pêwist e di vê mijarê de fedekariyeke zêdetir bikin. HDP jî ji bo vê yekitiyê pêwist e zêdetir fedekarî bike û bi wêrekî tevbigere. Di adara 2019'an de dê hilbijartinên şaredariyan pêk bên. Heta wê demê divê muheqeq ev yekitî û tifaq pêk hatibe. Pêwist e nûnertiya her partî û firaksiyoneke kurdan jî li wir hebe."

‘YA KU BI BANDOR E, NE MAYÎNA MIN A DI ZINDANÊ YE. YA BI BANDOR EV E KU EZ LI ZINDANÊ JÎ SERÎ NATEWÎNIM'

Li ser pirsa "Gelek derdor dibêjin ‘Mayîna Demirtaş di zindanê de bi kêrî HDP'ê tê'. Bi rastî jî mayîna we ya di zindanê de dê dengên HDP'ê zêde bike?" Demirtaş got, nizanim, gelo dê zêde bike? Ger bi rastî jî wisa bûya, namzetên din dê xwe bi vir de bidana, wê de bidana û xwe bidana girtin. Bi awayekî dê xwe bavêtana zindanê. Ya ku bi bandor e, ne mayîna min a di zindanê de ye, ya bi bandor ew e ku ez li zindanê jî serî natewînim û têkoşîna xwe berdewam dikim."

‘DI MIJARA KURDÎ JI DIL IM Û BI BIRYAR IM, LI SER DIXEBITIM'

Demirtaş li ser pirsekê derbarê xebata xwe ya zimanê kurdî de got, "Mixabin heta niha jî ez negihiştime wê asta tirkiya xwe. Lê ez di vî warî de ji dil im û bi biryar im. Li ser dixebitim. Ya rastî ez zaza me. Beriya ku ez zazakiya xwe bi pêş bixim, ez hinek kurmancî hîn bûm. Ew jî ji neçariyê çêbû. Yanî bi vî awayî ez du caran hatim asîmîlekirin."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (183)

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Xweda Bahçeli efû bike, hindik ma ew û Erdogan şer bikin
Ji bo Demirtaş strana kurdî çêkirin: Zîlan ez im, Mezlûm ez im, Silhedîn ez im!
Demirtaş: Em ê benda hilbijartinê derbas bikin
HDPê bo berdana Demirtaş gavek din avêt
HDPê daxwaz kir Demirtaş bikare bi telefonê beşdarî bernameyeke televizyonekê bibe
Demirtaş: Em dê her dibistaneke li welêt veguherînine hêlîneke zanistê û hezê
Demirtaş: Ez ê lêborînê ji TRTê bixwazim
Etîketan:
Yekîtiya Kurda, Nazmedê HDPê, Tifaqa Kurdistanî, Hilbijartin, Kurdî, SElahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de