04:25 22 Hezîran 2018
Hilbijêrên AKP

'Hilbijêrên AKPê di hin mijaran de aciz in'

© REUTERS / Osman Orsal
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Avakarê Şîrketa Lêkolînê ya Bulguyê Semih Turan, destnîşan kir ku piraniya hilbijêrên AKPê di mijara perwerdehiyê û aboriyê de aciz in.

Avakarê Şîrketa Lêkolînê ya Bulguyê Semih Turan ji Rojnameya Birgunê re axivî û eşkere kir ku hilbijêrên AKP ji rewşa perwerdehî û aboriyê ne memnûn in. Turan: "Li gor lêkolînek me, derket holê ku dengdêrên AKPê, di hin mijaran de ji hikumetê cuda difikirin û ev jî nayê ser wê wateyê ku hilbijêrên partiyê her biryarê bê şert û merc qebûl dikin."

Turan eşkere kir ku di lêkolînê de hat dîtin, mûxalîfên hikûmetê herî zêde ji rewşa aboriyê û bêkariyê gilîdarin, hilbijêrên AKPê jî wek pirsgirêk aboriyê û bêkariyê nîşan didin. Herwiha avakarê Bulguyê da zanîn ku ji dengdêrên AKPê pirsîne, 'hûn polîtîkaya perwerdehiyê ya hikumetê çawa dibînin?' hilbijêrên mûhalîf bi eşkereyî bersivên neyînî dane, piraniya hilbijêrên AKPê jî wek nerazîbûna xwe ya ji rewşa aboriyê û perwerdehiyê ve eşkere kirine.

Bi heman mijarî:

Tanrikulu: Hikumet 81 bajarên Tirkiyê bi rejîma zilmê birêve dibe
Partiya Saadetê: Li Tirkiyeyê krîza aboriyê heye lê hikumet ser wê digre
Dadgeha Îngilîz: Hikumet ji bo pêvajoya Brexitê divê ji parlamentoyê destûrê werbigire
Etîketan:
hilbijartin, dengdêr, hilbijêr, Semih Turan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de