04:27 22 Hezîran 2018
Ahmet Turk û Sirri Sakik

Sakik car din namzed hat nîşandan

© AP Photo / Burhan Ozbilici
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)
0 0 0

HDPê serî li YSKê da û şaredarê Agiriyê Sirri Sakik yê ku li şûna wî qeyûm hatibû wezîfedarkirin ji Manîsayê li rêza yekemin weke namzedê HDPê yê parlementeriyê nîşan da.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarê Manîsayê li rêza yekemîn parlementerê Wanê Lezgin Botan namzed nîşan dabû. Wê partiyê serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) da û li şûna Botanî, Sakik weke nazmed nîşan da.

Sakik li ser nîşandana wî ya bo namzediyê wiha axivî, "Di vê pêvajoyê de ji bo namzediyê min ji ti cihî serlêdan nekir lê ji ber xerabiya prosesê min gotibû ku çi bikeve ser milê min, ez amade me. Ji duh û heta îro bi piranî min li deverên ku desthilat lê xurt Bû siyaset kir û tevî gelê xwe li van kelehan me kelehên demokrasiyê ava kirin. Di vê prosesê de hê jî li seranserê Tirkiyê hilbijêrên me yên potansiyel hene ku nehatine mobîlîzekirin. Yek ji van deveran jî Manîsa ye. Li ser daxwaza gel û partiya xwe, ez bûme namzed. Di vê hilbijartinê de dê li bajarên herêma Ege û Deryaya Spî ku berê me parlementerî bidest nexistibûn, surprîz çêbibin. Ez û hevalên xwe ji bo ku li van kelehên demokrasiyê yeke din zêde bikin ber bi Manîsayê ve bi rê dlevin. Ji bo nexşerêya demokrasî û aştiyê em dê rêyên nû û bajarên nû bibînin."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (181)

Bi heman mijarî:

Nûnerê HDPê: Hêvîdar im partiyên kurdan dengê xwe li derveyî doza neteweyî nedin
HDPê bo berdana Demirtaş gavek din avêt
Li Hatayê êrîşî namzeda HDPê kirin
HDPê daxwaz kir Demirtaş bikare bi telefonê beşdarî bernameyeke televizyonekê bibe
Etîketan:
Namzed, HDP, Sirri Sakik, Manisa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de