13:25 23 Hezîran 2018
YPG

'Bi Mike Pompeo re em ê vekşîna YPGê eşkere bikin'

© AFP 2018 / Bulent Kilic
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu derbarê firotina balafirên F-35ên DYAyê de axivî û got: "Her hal nabêjin em acizbûn û me dev ji firotina balafiran berda. Heta niha ji rêveberiyê fişarek ku em nadin nehatiye, heke astengî derkevin em ê jî ji cihekî din tedarîk bikin."

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di vegera ji Almanyayê de, derbarê firotina balafirên F-35ên DYAyê de ku Tirkiye dixwwaze bikire, agahiyên girîng da rojnamevanan. Wezîrê Karê Derve yê tirk li ser pêşnûmaya ku radestî senatoya DYAyê hat kirin ku paşdexistina firotina balafirên F-35an a Tirkiyeyê de jî nav de ye got ku, nikarin bêjin em acizbûn û nema difroşin. Çavuşoglu diyar kir ku di astengiya firotina balafiran de wê hewcedariyên xwe ji cihekî din tedarîk bikin. Çavuşgolu derbarê baregeha Incirlikê ya DYAyê de jî got ku girtina baregehê di qetandina pêwendiyan de dê pêkan be.

'BI MIKE POMPEO RE EM Ê VEKŞÎNA YPGê EŞKERE BIKIN'

Li gor nûçeya Rojnameya Hurriyetê Çavuşoglu bilêv kiriye ku piştî hevdîtinên li Washingtonê bi hempîşeyê xwe yê amerîkî Mike Pompeo re dê pêvajoya vekşîna YPGê ya ji Minbiçê bi hevre eşkere bikin. Çavuşoglu: "Şûna YPGê di rêveberî û ewlehiyê de dê kî cih bigrin, piştî hevdîtinan em ê bi DYAyê re diyar bikin. Dikarin bêjin nêvî tu, nêvî jî ez hilbijêrim. Pêvajoya sepanê jî wê bi mehan neajo."

'VEKŞÎNA YPGê DÊ DI BIN KONTROLA ME DE PÊK WERE'

Çavuşoglu eşkere kir ku vekşîna YPGê dê di bin kontrola Tirkiyeyê de pêk were û em ê di cih mijarê bimeşînin, piştî vekşînê jî tevdîrên ewlehiya herêmê dê ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve bê kirin. Di birêvebirinê de krîtera herî girîng demografîka herêmê ye, li gor demografîkê dê rêveberî bê diyarkirin. Herwiha piştî pêkanîna modela Minbiçê dê ji bo Bakurê Sûriyeyê de jî heman gav bên avêtin."

Bi heman mijarî:

Ji bo Tirkiyê alternatîfa balefira Amerîkayê F-35 balefira rûsî Su-57
Amerîka filoya xwe F-35 li Japonyayê bi cih kir
Etîketan:
senato, balafirên f-35, pêşnûma, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de