03:13 18 Hezîran 2018
Jinên kurd bi cil û bergên kurdî

'Tirkiye, di meseleya kurdan de divê êdî uslûba xwe biguherîne'

© AP Photo / File
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamenterê AKPê yê berê Ahmet Faruk Unsal ku namzedê parlamenteriyê yê Partiya Saadetê ye, li ser pirsgirêkên Tirkiyeyê agahiyên girîng dan. Unsal bilêv kir ku 3 meseleyên mezin li pêşiya Tirkiyeyê ne, heke neyên çarserkirin dê encamên wan nebaş bin.

Namzedê Partiya Saadetê Ahmet Faruk Unsal ku li ser mafê mirovan demek dirêj xebitiye, derbarê rewşa birêvebirina Tirkiyeyê û sedema namzediya xwe de agahî dan ku hin kes dixwazin Tirkiyeyê bi darê darizandinê ve birêvebibin. Unsal got Tirkiye ber bi rejîmek otorîter ve diçe, li welêt tunebûna mekanîzmaya kontrolkirinê û zelalkirinê dibe sedema têkçûyina abroiyê û edaletê.

Namzedê Partiya Saadetê Unsal li ser sê meseleyên mezin yên li pêşiya Tirkiyeyê de jî wiha got: "Bi ya min hersê pirsgirêk li pêş hemû meseleyên Tirkiyeyê ne, yek jê pirsgirêka kurdan e ku Tirkiye gelek zirarê jê dibîne, çarserkirinên vê pirsgirêkê bi salan diaşo; ya din meseleya Elewiyan û têkçûyina edaletê ye. Derbarê van hersê pirsgirêkan de ez bawerim herkesî di bin vî ezmanî de her tişt gotin e."

Unsal got ku divê em êdî bi awayekî din li meseleyan binerin, bi ya min pirsgirêk di uslûbê de ye, bi ziman û uslûbek nû divê em li van meseleyan binêrin û bo çareserkirinê xebatan bikin.

Bi heman mijarî:

Çekdarên ASAyê dîsa ji Efrînê kurd revandin
Kiliçdaroglu: Dewlet bi rêxistina terorê re narûne, pirsa kurd li parlamenê çareser dibe
Rejima Îranê xanima kurd a bi navê Ferîde Salih îdam dike
Etîketan:
pirsgirêk, kurd, elewî, Ahmet Faruk Unsal, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de