20:28 20 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş: Xweda Bahçeli efû bike, hindik ma ew û Erdogan şer bikin

© Foto : HDP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Namzedê HDPê yê serokomariyê ku nêzî du salan e di girtîgehê de ye Selahattin Demirtaş di hevpeyvîneke xwe de ji bo Erdogan û Bahçeli got: "Hindik ma şer bikin."

Namzedê HDPê yê serokomariyê ku nêzî du salan e di girtîgehê de ye Selahattin Demirtaş di hevpeyvîneke xwe de ji bo Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli got: "Erdogan dixwaze dilê wan xweş bigre. Di demek nêzîk de wexta şerê Erdogan û Bahçeli dest pê kir hûnê fêhm bikin bê dixwazim çi bibêjim. Hindik ma ji pire derbas bibin."

Selahattin Demirtaş di berdewamiya hevpeyvîna xwe de ji bo pirsa ‘Bahçeli di rêvebiriya Tirkiyeyê de çi qas bi bandor e? got: "Pir tê mezinkirin, lê hewçend bandora wî tuneye. Pêwistiya Erdogan hetanî hilbijartinê bi MHPê heye û Erdogan dixwaze dilê wan xweş bigre. Heta demek nêzîk em ê hemû bibin şahide şerê wan."

Demirtaş ji bo îsrara Bahçeli ya efûyê got: "Xweda Bahçeli efû bike. Gelek guneh berhev kirin. Ji ber nebûna darezayên neadilane bi 100 hezaran însan tên sûcdar kirin û ceza werdigrin, eseh pêwistî bi serastkirineke edaletê heye. Ev wê bi efûyekê bibe an dê were serastkirin mirov dikre vê nîşaq bike. Lê xuyaye di vê meseleyê de pêwistî bi hinek serastikirinan heye. Sînorê vê jî wê ne partiya mafyahêz wek MHPê diyar bike helbet."

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Em ê benda hilbijartinê derbas bikin
Ji bo Demirtaş strana kurdî çêkirin: Zîlan ez im, Mezlûm ez im, Silhedîn ez im!
HDPê bo berdana Demirtaş gavek din avêt
Demirtaş: Em dê her dibistaneke li welêt veguherînine hêlîneke zanistê û hezê
Demirtaş: Ez ê lêborînê ji TRTê bixwazim
Etîketan:
Namzedê serokomariyê, HDP, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de