09:46 23 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

‘Mesele cidî were kirin dê ji sedî 70 AKPeyiyan têkeve girtîgehê'

© REUTERS / Ed Jones
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê û namzedê serokomariyê Temel Karamollaoglu polîtîkayên ekonomî yên hikûmetê bi tundî rexne kir û ragihand ku hê tiştekî wiha nehatiye serê Tirkiyeyê.

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê û namzedê serokomariyê Temel Karamollaoglu li Îzmîrê di danasîna namzedên parlamenteriyê de bi mînakan polîtîkayên ekonomî yên hikûmetê bi tundî rexne kirin û got: "Hikûmeta AKPê di ekonomiyê bi ser neket. Rêvebiriyeke wiha hê nehatiye serê Tirkiyeyê."

Temel Karamollaoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "AKP nikare tekoşîna hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê zêde bimeşîne. Nikarin têkevin meseleye çimkî dizanin ku wê di serê wan de biteqe. Eger em bi awayekî cidî vê meseleyê vekolînin wê ji sedî 70 AKPeyî têkeve girtîgehê."

Karamollaoglu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Daneheva me ya 90 salî hemû firotin. 63 milyar dolar pere bi dest xistin, lê bi 100 hezaran însan bêkar man. Ev rêvebiriyeke çawa ye. Saziya plansazî ya dewletê heye lê tenê îstatîstîkan digre. Heta niha rêvebiriyeke wiha nehatiye serê Tirkiyeyê."

Bi heman mijarî:

Temel Karamollaoglu: Divê Demirtaş bê berdan
Li şûna Orgeneral Adem Hûdûtî Îsmaîl Metîn Temel bû fermandar
Erdogan ji Pûtîn re: Divê di pêvajoyên çareseriyê yên pirsa Sûriyê de PYD/YPG cih negirin
'Ji bo destpêkirina şerê Erdogan û Bahçeli hindik maye'
Avakarê AKPê bangî Erdogan kir: Tirkiye ber bi felaketekê ve diçe
‘Pûtîn û Erdogan heta hilbijartinan ti hevdîtinekê nakin’
Etîketan:
Partiya Saadetê, AKP, Temel Karamollaoglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de