01:19 18 Hezîran 2018
Elma

Pisporên rûsî ji bo kontrolkirina sêvan çûn Tirkiyeyê

Sputnik
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Pisporên ji Rosselhoznadzorê, ajansa kontrolkirinê ya berhemên cotkariya rûsî ji bo hilberînerên tirk ên ku sêvan dişînin Rûsyayê kontrol bikin, çûn Tirkiyeyê.

Di daxuyaniya Rosselhoznadzorê de ev tişt hatin gotin, "Pisporên ji Rosselhoznadzorê ji bo qadên hilberînê û depokirinê yên hilberînerên ku sêvên nû ji bo Rûsyayê dişînin, kontrol bikin, niha li Tirkiyeyê ne."

Di daxuyaniyê de hat gotin, ji ber ku ji Tirkiyeyê şandina sêvan ji bo Rûsyayê zêde bûye, ev yek jî bûye sedema endîşeyan, loma ev gav hatiye avêtin.

Di sala 2015a de Tirkiyeyê 13 hezar û 800 ton sêv şandibû Rûsyayê, di sala 2018a de jî tenê di 4 mehên pêşîn de 4 qatên vê reqamê hat şandin.

Bi heman mijarî:

Li Rûsyayê balefir ket, pîlot jiyana xwe ji dest da
Generalê rûsî: Gefa hêza nukleerî ya Rûsyayê li ser hevrikan zêde bû
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û qevdek gul
Dr. Ezîz: Bi peymana ligel Rosneftê Kurdistan dê hîn nêzîkî Rûsyayê bibe
Etîketan:
pisporên rûsî, Ajansa Venêrina Berhemên Çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor), Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de